Koma Meclise ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Serokwekîlên DEM Partiyê re tekildarî êrişên Hikûmeta Demkî ya Şamê yên li dijî taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê pêk tîne li ber deriyê meclise daxuyanî dan. Parlamenterên tevli daxuyaniyê bûn dovîzên li ser, “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Ji komkujiya Helebê re na” û “Çareserî ne di êrişan de ye, di muzakereyê de ye” dinivisî hilgirtin. Di daxuyaniyê de Sezaî Temelî axivî û bi lêv kir ku ew li dijî êrişan bi hersin û wiha got: “Gelên Rojhilata Navîn careke din ji komkujiyê re rû bi rû ne. Heta niha di êrişên taxên Helebê de 10 welatiyan jiyana xwe ji dest da.”
Di berdewama axaftina xwe de Sezaî Temellî bal kişand ser bêdengiya qada navneteweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hûn li benda çi ne? Li dijî welatiyan sivîl komkujiyek pek te. Ew êriş ber bi qirkirinê ve diçe. Li dijî vî sûcî mirovan divê hemû kes bi berpirsyarî rabe û dengê xwe bilind bike. Gelên Rojhilata Navîn di bin xetereya hişmendiya DAIŞê de ne. Di dimenên dûh de jî xuya kir ku DAIŞ careke din li qadan e. Li dijî vê yekê di serî de Tirkiye û em bang li hemû dewletan dikin ku berpirsyarî bigirin û van êrişan rawestînin. Hezên koalîsyonê divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Heke ew bêdengî berdewam bike, kuştina welatiyan dê berdewam bike. Ew berpiryariya mirovî ye.”
‘Divê Tirkiye roleke erênî rabe’
Sezaî Temellî destnîşan kir ku bi rêya medyayê komkujî tên reva kirin û ev tişt gotin: “Dibêjin li wir HSDê heye û li dijî vê yekê êriş dibin. Dibêjin li wir dewletek heye û divê hemû tişt di bin banê wê dewletê de be. Ew hişmendiya yekperest bi destê DAIŞê careke din rû dide. Li Halebê HSDê tune ye. Li gor hevpeymanê tenê hezên ewlehiyê hene. Hezên ewlehiyê li dijî van êrişên hovanê gel diparêzin. Lê tevî hikumeta Şamê li gor peymanê tevnagerê jî, Wezîrê Karên Dervê û Wezîrê Parastinê yên Tirkiyeyê li dijî HSDê gefan dixwin. Ew yek nayê qebûl kirin û divê dawî li vê yekê bînin. Divê Tirkiye rolekî erênî bilîze û siyaseta ku mafên gelên Sûriyeyê biparêze pêş bixînê. Politikaya dervê ya Tirkiye têk çûye. Lê tevî vê jî israr dike. Şûna ku dev jî van polîtikayan berdin bi daxuyaniyan piştgiriya wan çeteyan dikin. Ev nayê qebûl kirin. Em vê hişmendiyê şermezar dikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku berpirsyariyê bigirin. Herwiha raya giştî, baro, sazî û sendîkayan jî dikin ku li dijî vî sûcê li dij mirovî bêdeng neminin.”
‘Gelê urd bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye’
Piştrê Gulistan Kiliç Koçyigit axivî û destnîşan kir ku ew bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ne û wiha axivî: “Êrişên li dijî welatiyên sivîl şermezar dikin. Ew êriş, jin, zarok û kal û pîran hedef digirin. Ew çete ji bo êrişên xwe reva bikin jî dibêjin HSDê li wir e. Lê derew e. Hemû kes dizane ku HSDê ne li wirê. Ya ku hevpeymanê binpêdike û dîaloge red dike hikûmeta Şamê ye. Bi derewan dibêjin kurdan bi Îsraîlê re li hev kiriyê. Lê ya ku bi Îsraîlê re hevpeymanan çêdike û xaka Sûriyeyê pêşkeşî Îsraîlê dike hikûmeta Şamê ye. Lê bi zanebûn derewan dikin. Armanc ew ê ku qirkirina kurdan reva bikin û mafên kurdan tunebisebînin. Ya ku gelên Sûriyeyê qir dike û destdirêjayiyê dike kî ne. Yên hesabên van komkujiyan nakin niha li dijî Kurdan êriş danê destpêkirin. Em jî li vir dibêjin; Ne kurd bi tenê ne û ne jî gelên li wir rastî komkujiyê tên bi tenê ne. Li dijî van derewan em ê piştgiriya têkoşîna gelên Sûriye bikin.”
‘Bêdeng neminin sibê dê dereng be’
Gulistan Kiliç Koçyigit hevkariya Tirkiye û komên çekdar ên êrişî taxan dikin jî rexne kir û wiha pê dê çû: “Ya ku dikeve li ser milê Tirkiye ne ew ê ku piştgiriya van çeteyan bike. Ya ku dikevê li ser milê Tirkiyeyê ew ê ku bibînê ha li wir êrişî kurdan hatiyê kirin ha li vir êrişî welatiyan hatiyê kirin. Her guleyên li Şexmeqsûd û Eşrefiyê gel dixin di heman demê de me jî dixin. Heke Tirkiye dixwazê li Sûriyeyê tiştek erênî bike di serî de divê rê li ber van êrişan bigirê. Heke ew êriş belavî tevahî Sûriyeyê bibin dê xetereyên mezin vebikin. Ji bo wê jî divê pêşî be girtin. Weke DEM Partî bendewariya me li Tirkiyeyê ew e. Em li vir bang li saziyên navneteweyî û demokratan dikin ku bêdeng neminin. Guleya li kurdan tê barandin di heman demê de ji aştiyê tê barandin. Werin em bi hev re bikevin pêşya van guleyan. Em bi hev re aştiya Sûriyeyê pêk bînin. Divê tu kes li dijî van êrişan bêdeng neminin. Em bang li hemû kesan dikin. Ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nebe Xezaya Sûriyeyê divê hemû kes niha dengê xwe derxîne. Sibê dê dereng bibe. Ew deynê mirovahiyê ye. Dîrok bêdengiyê ji bîr nake. Gelê me jî ji bîr nake.”
