5 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê tekildarî parvekirina kurtegirtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin û divê girtekên hevdîtinê bi giştî bên parvekirin.

Endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê aşkerakirina Kurtegirtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî dan.

Daxuyanî wiha ye: “Em di destpêkê ve dibêjin ku hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re divê bi awayekî şefaf bê parvekirin. Zelalbûn xwedî derketina civakê jî zêde dike. Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê serekê yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e bi awayekî parçe parçe nêrînên wî yên hevdîtinê dayin û bi kêmasî û şîroveyên takekesî ragihandina nêrînên wî; beriya hertiştî rola birêz Ocalan a pêvajoyê teng dike û ji nîqaşan re vedike. Xetereyeke bi vî rengî derdixîne holê. Ev yek li dijî berpirsyariyên di vê pêvajoyê de hatine girtin, sozên hatine dayin û nêzîkbûna pêvajoyê ye.

‘Endama me ya çûbû Îmraliyê tevlî girtekê nebû’

Weke DEM Partiyê me daxwaz kir ku hemû girtekên hevdîtinê ji raya giştî re bê parvekirin. Lê tevî israrên me jî Seroktiya Meclîsê şûna ku hemû girtekan parve bike kurt kir û bi şîroveyên takekesî pêşkeşî raya giştî û komîsyonê kir. Endama me ya çûbû Girava Îmraliyê tevlî vê metna ku hatiye amade kirin nebûye.

‘Gotinên birêz Ocalan bi awayekî zelal parve bikin’

Ev yek hem nirxandinên birêz Abdullah Ocalan bi giştî nade fêmkirin û ji wateya nirxandinê jî dûr dixîne û kêmasî di nav wê de hene. Her wiha rê li ber spekulasyonan jî vedike. Em vê nêzikatiya rê li ber nîqaşan vedike red dikin. Ji bo me ya esas ew e ku ji hemû alî û civakê re ji dilbûn û berpirsyarî tevgerîne û zimanekî bi vî rengî bi kar anîne. Em vê yekê diparêzin; gotinên birêz Ocalan nekin malzemeya hesabên navxweyî ya partiyan û gotinên wî bi awayekî zelal parve bikin.

‘Em dixwazin girtek bêkêmanî bê parvekirin’

Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku girtekên hevdîtinê bêkêmanî ji raya giştî re bê parvekirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li benda şîroveyên takekesî, hesabên siyasî, hevokên ji wateya wan hatiye dûrxistin û rê li ber polemîkan neyê vekirin. Ev mijareke cîddî û dîrokî ye. Em ji bo li gor rastiya pêvajoyê ragihandineke zelal û giştî bê kirin israr dikin.”