8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin

Şandeya DEM Partîyê ya çûyî Îmralîyê got: "Li gorî pêvajoyên berê hêvîya me mezintir e. Em ê di sala nû de daxuyaniyeke berfireh bidin.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtina li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, agahiyek parve kir.

Di nîşeyê de wiha hat gotin: “Ji ber hesasiyeta pêvajoyê me agahiyên berfireh ên li ser mijarê nedan çapemeniyê. Heta ku pêvajo bigihêje astekê em ê nikaribin agahiyê bidin çapemeniyê. Ev yek nayê wateya veşartina hin tiştan, ev yek li gorî hurmeta li hevdîtinan e ku em ê bikin. Lê belê heke pêwîstî bi gotinekê hebe, em dikarin bibêjin ku ji pêvajoyê derbasbûyî bêhtir hêviya me mezin e. Dem dema xwişk û biratiyê ye, dema aştiyê ye. Di sala nû de bi navê heyetê em ê daxuyaniyeke berfireh bidin.”