8 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî çû sedana CHPê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHPê û bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP). Cîgirên Hevserokên Giştî Ozlem Gunduz  û Mahfûz Guleryuz û endamê MYKê Emîralî Turkmen jî di şandeyê de cih girtin.

Şandeya DEM Partiyê li ber deriyê navenda giştî ji hêla Ensar Aytekîn ve hate pêşwazîkirin. DEM Partiyî û CHPî piştre bi hev re derbasî qata ku dê civîn lê were lidarxistin. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel şande li vir pêşwazî kir.

Di civînê de dê têkildarî operasyona li dijî şaredariyên CHPî were axaftin.

Tê payin ku piştî civînê daxuyaniyeke hevpar were dayin.