Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî dê di 21ê Mijdarê de bi rojeva serdana li Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive. Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê têkildarî vê serdana ku tê payîn bê kirin, li navenda xwe ya Enqereyê civiya. Tê payin ku di civînê de daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û partiyên din ên siyasî, biryara vekişîna hêzên gerîla ya ji herêma Zapê, bandora vê biryarê ya li ser qadê û berpirsyartiyên dikevin ser milê dewletê bi berfirehî bên nirxandin.
Yek ji rojevên din ên civînê jî qonaxa pêvajo gihiştiyê, pêwîstiyên hiqûqî û amadekariyên lijneyên hiqûqê yên partiyê yên ji bo verastkirinên zagonî ye. Mijara din a rojeva civînê jî hevdîtinên budçeyê ne. Desteya Rêveberiya Navendî wê encamên kampanyaya ‘Em aştiyê dixwazin ji ber ku…’ jî binirxîne.
Li bendê ye ku encamên cîbicînekirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî bên nîqaşkirin.
