12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema zimanê kurdî ye

Heta niha li ser pênase, wate, girîngî û jênegeriya zimanî bi hezaran tişt hatine gotin û nivîsandin, ew qas jî nirxandin û dahûrandinên piralî hatine kirin.

Em dikarin bibêjin ku di nava makegerdûnê, anku gerdûna mezin de, li gorî mijar û qadên xwe bi milyonan gerdûnên cuda û rastênhev hene ku hemû jî bi rengekî bi hev re têkildar in. Yek ji van gerdûnan ziman e. Ji ber ku, li gorî xwebûnî, resenî, xweserî û taybetmendiyên xwe her ziman gerdûnek e. Li dîroka gerdûna mirovahiyê bi hezaran gerdûnziman jiyane û hê jî gelek ji wan dijîn. Sed heyf û mixabin jİ ber sedemên cuda gelek ji wan jî ketine ber bahoz û tofana feleka dem û serdeman û winda bûne çûne. Gelek ji wan jî li gel hemû berxwedan û têkoşîna xweparastinê li ber tunebûnê ne.

Ziman tenê ne ziman e

Çawa ku her zimanek gerdûnek e, hewldana jiholêrakirina her zimanekî jî hewldana jiholêrakirina gerdûnekê ye, ku ev sûcekî herî rûreş û bêbext ê li dijî mirovahî, xweza û makegerdûnê ye.

Bê guman hemû ziman nirxên bingehîn û bêhempa yên mirovahiyê ne. Lê rastî ew e ku li gorî lêkolîn û vekolînên piralî yên dîrokî û zanistî zimanê kurdî ji van nirxan nirxekî herî bingehîn û bêhempa ye, ji gelek milan ve makezimanê gelek zimanên ku niha li ser rûyê cîhanê dijîn e.

Zimanê kurdî jî bi serê xwe gerdûnek e. Gerdûneke ku di nava hemû gerdûnzimanên din de herî xwedî reh û geh, qedîm û dewlemend e; gerdûneke ku bûye jêderk û çavkaniya gelek gerdûnên din, bandoreke mezin li ser hebûn, pêkhatin, xwebûn û xwejiyîna wan kiriye.

Li gel vê rastiyê, rastiyeke kambax û dilsotîner ew e ku ev nirxê bingehîn ê gerdûna mirovahiyê, anku zimanê kurdî di nava herikîna dîrokê de, ji ber gelek sedemên cuda bi awayekî herî dijwar rastî erişên cur bi cur ên herî hovane hatiye û hatiye xwestin ku bibişive, ji holê rabe, tune bibe, qe nebe di nava pencên kujiyê de biperpite, bê henase bimîne…

Hawara kurdî ya dîrokî

Li dijî çerxa êrişên li ser zimanê kurdî yên di nava demê de, gelê kurd jî, her tim destarê xwe yê kurdî gerandiye, bi wî destarî çand, huner, wêje û hemû nirxên xwe yên xwebûnî hêrane; bi rê û rêbaz, alav û amûrên cur bi cur ên xweparastinê wek hemû nirxên xwe yên bingehîn zimanê xwe jî parastiye, ji bo parastina wî bi rengekî xwebexşane her tim hewl daye û têkoşiyaye; her dem xwe gihandiya hewar û qîrîna zimanê xwe.

Qonaxeke ku qîrîn û hewara kurdî li esmanê Kurdistanê herî zêde bilind bûye salên piştî avabûna komara tirk a faşist bû ku pergala hebûna xwe di heman demê de li ser tunekirina nirxên neteweya kurd saz kiribû. Ji ber vê jî piştî avabûna xwe, bi armanca jiholêrakirina/tunekirina tevahî ya kurd û Kurdistanê her cureyê kujî û şerê taybet li ser kurdan û Kurdistanê meşand; bi armanca kurdkujî, kurdîkujî û kurdistankujiyê êrişên herî hovane li ser kurdan û Kurdistanê hatine meşandin.

Dagirker, serdest û desthilatdarên faşîst ên kurdkuj, li gel tevkujiya laşî ya li ser kurdan, di heman demê de bi rê û rêbazên cuda yên hovane xwestin dîrok, çand, huner, wêje, ziman û hemû nirxên din ên neteweyî yên kurdan qedexe bikin, tecrîd bikin, bibişivînin, talan bikin, desteser bikin, bidizin, di nava dorpêçê de bifetisînin û ji holê rakin. Bê guman ev yek herî zêde jî li dijî zimanê kurdî pêk anîn. Ji ber ku wan baş dizanî ku zimanê kurdî nirxê bingehîn ê kurdan e û jiholêrakirina zimanê kurdî qonaxeke gelek girîng a jiholêrakirina tevahi ya neteweya kurd e. (Helbet ev yek bi ser neket û dê tu caran jî bi ser nekeve.)

Di serdemeke wisa ku qîrîna kurd, kurdî û Kurdistanê ya ku bi riya serhildanên dîrokî lê bê encam li erd û esmanan deng vedida de ‘Hawar’ê jî xwe gihand hewar û qîrîna kurdî. Belê, Kovara Hawarê ya ku di 15ê gulana 1932’yan de, bi pêşengiya Celadet Elî Bedîrxan dest bi weşana xwe kirî cara yekem bû ku bi alfabeya latînî weşaneke kurdî saz dikir û kurdî di nava gelê kurd de û li gelek welatan belav dikir. Hawar, li gorî şert û mercên dema xwe bû qadeke bingehîn a dîrokî ya têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî û nirxên kurdewar.

Vejîna giyanê Hawarê

Mixabin, ‘Hawar’ê têra çareserkirina hewara kurdan nekir. Ji ber ku neyarên me kurdan ji hovan hovtir û ji dirindeyan dirindetir bûn.

Li gel avabûna komara faşist a dewleta tirk heta îro, li gorî şert û mercên demê rê û rêbaz, teşe û şêwaz, reng û awa, alav û amûr guhertibin jî, nêzikatî û kiryarên tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, dortengkirin û jiholêrakirinê ya li ser zimanê kurdî û hemû nirxên kurdewar a li bakurê Kurdistanê bi awayekî herî hovane tê meşandin.

Bê guman li gel têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ya xwebûnî û gerdûnî têkoşîna ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî jî bi pêş ket. Di encama vê têkoşîna bêhempa de gelek sazî, dezgeh, navendên zimanê kurdî hatin avakirin; rojname, kovar, televizyon, weşanxane û radyoyan dest bi weşanê kir. Û wek encameke têkoşîna Tevgera Azadiya Neteweya Kurdistanê, Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) hat ava kirin û di encama têkoşîn û hewldanên TZPKurdî de, di sala 2006an de, 15ê gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Ev roj di dîroka neteweya kurd de bû rojeke dîrokî.

Veguherîna Hawarê ya serfiraziyê 

Sed mixabin, li gel têkoşîneke bêhempa ya bi dehan sal in, neyarên me kurdan, dagirkerên Kurdistanê hê jî, heta dawiyê hewl didin ku bi kod û nirxên me yên xwebûnî, hişî, hestî, bîrî, ramanî, giyanî, jiyanî, zimanî, çandî, dîrokî, civakî û neteweyî dileyizin û dixwazin wan ji nû ve li gorî xwe saz bikin.

Lê divê baş bê zanîn ku çand, ziman û nirxên me yên neteweyî hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameya me kurdan e, nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Em ê tu car dest ji wan bernedin. Em ê li dijî her cureyê eriş, pişaftin, qirkirin û kujiyên li ser wan bisekinin, li her qadê, heta dawiyê ji bo parastin, pêşxistin, serbestî, azadî û serfiraziya wan têbikoşin.

Helbet, divê baş bê zanîn ku têkoşîn û xebatên kurdî tenê bi çend saziyên kurdî, kes û derdorên ku bi taybetî xebatên kurdî dimeşînin naçe serî, bi ser nakeve. Têkoşîn û meşandina xebatên zimanê kurdî erk û berpirsyariya me hemû kurdan û mirovahiya birûmet e.

Em aşkera û zelal bibêjin ku; di rewşeke ku nirxekî herî qedîm, giranbiha û pîroz ê xwebûnî û gerdûnî ( zimanê kurdî ) di dorpêçkirina kujiyê de ber bi tunebûnê ve tê kaşkirin û hewl tê dayîn ku ji holê bê rakirin de, kî be bila bibe, niyet çi be bila bibe, kurdeke/î ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî her dem û li her derê di nava hewldanê de nebe, kedekê nede, têkoşîn û xebateke piralî, şênber û domdar nemeşîne, ne tenê rûreş, şîrheram, bêbext û xwekuj e, di heman demê de hevpara/ê kurdîkujiyê ye; kujera/ê ziman, mak, netewe û mirovahiya xwe ye. Mirov biêşîne jî rastî ev e û divê em ji vê rastiyê nerevin, ji nedîtî ve neyên, ji bo ku nekevin rewşeke wiha dilsotîner an jî xwe ji rewşeke wiha dojehî rizgar bikin çi pêwîst be pêk bînin.

Divê em baş bizanin ku zimanê kurdî ne tenê zimanê kurdî ye; nirx û hêmana bingehîn a em kurd wek netewe heta îro aniye, wek netewe parastiye û li ser piyan girtiye zimanê kurdî ye. Em ji bîr nekin ku zimanê kurdî, hebûn, rûmet, nasname, dayik, dergûş, welat, dil, hiş, bîr, giyan û laşê me yê jiyanî, neteweyî, xwezayî, xwebûnî û gerdûnî ye. Belê, zimanê kurdî ji bo me neteweya kurd sedema man û nemanê ye, xeta kurdan a herî sor e, pîvana herî li jor e. Divê em kurd berî her tiştî vê rastiya xwe baş bizanibin û hişmendiya xwe ya li ser zimanê xwe li gorî vê rastiyê ava bikin û ji niha û pê de ji her demê zêdetir û wêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin û ji bo serkeftin û serfiraziya zimanê xwe têbikoşin.

Li ser vê bingehê; di serî de Tevgera Azadiya Kurdistane ya xwebûnî û gerdûnî, hemû tevger, partî, kom, sazî, platform, însîyatîf û derdorên ku li ser navê kurdan tevdigerin; hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermendên kurd û hemû gelê kurd û tevahiya mirovahiya birûmet divê li dijî kurdîkujiyê di asta herî jor de têkoşîneke bêhempa ya parastin û pêşxistina kurdî her kêliyê û li her qadê bilindtir, kûrtir û firehtir bikin; hewara zimanê kurdî û nirxên kurdewar bibihîsin, ala têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin, ji bo vê pêşengiyê bikin.

Wek şênber; divê ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û li her derê Kurdistan û cîhanê belav bibe, divê bi giyanê seferberiyê bixebitin, bi hişmendî û nêzîkatiyeke strajejîk têkoşîn û xebatên zimanê kurdî bimeşînin; bi awayekî bingehîn, domdar, şênber, encamgir û mayînde, plansazî û bernameyên berfireh ên cur bi cur amade bikin û pêk bînin, ji bo serkeftina wan, di asta herî jor de kadro û xebatkaran veqetînin, lijne, kom û saziyên xweser saz bikin, cih û warên taybet ava bikin / peyda bikin, razemenî, abori û derfetên din ên pêwîst pêk bînin; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, her tax, gund, kolan û malekî bikin kurdîgeh; zarok, ciwan, jin, mêr, ji du salî heta sed û du salî li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.

Dem, li her derê Kurdistan û cîhanê, bi giyanê seferberiyê, dema bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî û nirxên kurdewar e.

Dem dema KURD-îstanbûna Kurdistan û her derê ku kurd lê dijîn e.

Em bi hev re Kurdistanê û her derê ku kurd lê dijîn bikin KURDÎ-stan…

***Bi bîr û baweriya ku her roj bibe 15’ê gulanê û 15’ê gulanê bibe her roj, Cejna Zimanê Kurdî; di serî de li dayik û jinên kurd ên kurdîparêz, hemû cangorî, têkoşer û kedkarên zimanê kurdî, li hemû gelê kurd ê azadîxwaz pîroz be.