12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema yekitiya kurdan e

Li bakurê Kurdistanê demek dirêj tifaqa partiyên kurdistanî di nav liv û tevgerê de bûn. Herî dawî piştî êrîş û binçavkirinên li ser HDP’ê, di 24’ê cotmehê de nûnerên partiyên kurdî di çerçoveya tifaqa kurdî de hatibûn gel hev.

Der barê vê civîn û mijara yekitiya neteweyî de em bi Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û serokê PDK-T’ê Mehmed Emîn Kardaş re axivîn.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek der barê yekitiya kurdî de diyar kir ku  civîna 24’ê cotmehê li ser du armancên bingehîn pêk hatiye û wiha got: “Armanca yekemîn a civîna me; nirxandina êrîşên li ser siyaseta kurdan û HDP’ê bû. Ya duyemîn jî me xwest ji bo tifaqa kurdistanî bikeve nav liv û tevgerê. Di vê civînê de li gorî min peyamek baş û girîng hat dayîn ku ew jî mayindekirina tifaqa kurdistanî ya li Bakur bû. Lê ya herî girîng ew e ku em berdewamiya vê tifaqê bi hûrgulî, bi disîplîn û bi îstikrar pêk bînin.”

‘Em bi biryar in!’

Çîftyurek da zanîn ku salek berê li bakurê Kurdistanê wan dest bi xebatên tifaqa kurdî kiribûn lê ji ber sedema pandemînê wan xebatên xwe dane sekinandin û ev tişt anî ziman: “Jixwe em gihîştibûn merhaleya ku partiyên kurdistanî ji bo tifaqa bakurê Kurdistanê li hev bikin û nexşerêya wê jî hatibû diyarkirin. Komîsyonek ji bo têkiliyên bi gel re amade bû da ku li bajar û taxan, li gundan, li nav gel bigeriyana û bi hin pêşengên civakê re, bi eşîran re, bi saziyên sivîl re dê hatibana gel hev. Ya duyem jî avakirina kongreyek neteweyî bû. Ji bo naveroka vê kongreyê li Amed, Stenbol û Ewropayê dê vê komîsyonê konferansên amadekariyê pêk anîbana. Di vê civîna 24’ê cotmehê de jî hat famkirin ku em tev jî hê li ser biryara xwe ne û li Kurdistana bakur em dixwazin ku tifaqek mayinde ava bikin û me cardin birayara avakirina komîsyonan da. Di demeke kurt de jî em ê bi raya giştî re parve bikin.”

Berjewendî esas in!

Sînan Çîftyurek diyar kir ku KKP’ê hem li Bakur hem jî li her sê perçeyên Kurdistanê ne wek taktîk, lê bi stratejîk li tifaqa kurdî dinêre û wiha pêde çû: “Îro em nikarin tenê ji bo hin berjewendiyên partiyan tev bigerin. Hem li Başûr ji bo rêveberiya herêmê hem jî ji bo Rojava hewce ye nêzîkatî ne taktîkî bin, stratejîk bin û tenê berjewendiyên partiyan ne li pêş bin. Niha ji bo me xala esasî berjewendiyên gelê kurd e.”

‘Êrîşkar li benda fersendan e’

Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek di dawiya axaftina xwe de bang li gelê kurd û siyasetmedaran kir û wiha got: “Gelê kurd di rojên zor û zehmet re derbas dibe. Ji dewleta Îranê heta ya Tirkiyeyê îro li ser Rojava bi Rûsyayê re dikevin nav bazaran. Ev jî tê maneya ku dema fersendekê bibînin dê êrîşî Rojava bikin. Bi kurtasî hewce ye em kurd li çar parçeyên Kurdistanê li ser berjewendiyên xwe werin gel hev.”

Bila kurd yekitiya xwe pêk bînin

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier der barê yekitiya neteweyî de axivî û diyar kir ku HDP ji du milan ve li ber xwe dide û wiha got: “HDP ji aliyekî ve li Tirkiyeyê ji bo eniya demokrasiyê kar dike û dixwaze ava bike; ji aliyê din ve jî ji bo yekitiya kurdan li Kurdistanê li ber xwe dide. Civîna 24’ê cotmehê jî ji ber vê yekê girîng bû.”

Taşçier da zanîn ku sedema êrîşên li ser HDP’ê bi mijara yekitiyê ve ji girêdayî ye û ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî ji her alî ve êrîşî kurdan dike. Divê bê zanîn ku heta yekitî pêk neyê dê êrîşên li ser kurdan bidome. Ji ber vê jî yekitiya kurdan bi qîmet e.”

Her wiha Taşçier bang li partî û saziyên kurdan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dem dema yekitiyê ye. îro dinya li ser kurdan siyasetê dimeşîne û hewce ye kurd jî êdî ji bo yekitiya xwe têkevin nav liv û tevgerê.”

Şerma herî mezin

Di heman mijarê de serokê Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş diyar kir ku armanca wan a tevlêbûna civînê hevkariyek mayînde ye û ev tişt anî ziman: “Em wek partiya Demokrat a Kurdistanê dibêjin ku ger kurd di sedsala 21’emîn de yekitiya xwe pêk neynin ev şermeke mezin e. Ji ber vê jî hewceye em partî, sazî û tevgerên kurd li Bakur di asta nirxên neteweya kurd de û bi siyaseteke stratejîk yekitiyê mayinde bikin. Ev yek nebe nabe.”

Bila partiyên kurd tevlê bibin

Kardaş, têkildarî hin partiyên kurd ku beşdarî tifaqê nebûne jî destnîşan kir ku dema cara yekem xwestine bi partiyên din re ji bo tifaqê bên gel hev lê wan red kirine û wiha domand: “Em dixwazin wan partiyên derveyî tifaqê mane bi xebatên xwe yên nû wan ziyaret bikin. Banga min ew e ku her partî û kesayet cihê xwe di nava vê tifaqê bigire.”

‘Kurdistan ya me tevan e’

Her wiha Serokê PDK-T’ê Kardaş destnîşan kir ku hewce ye ji bo doza kurdî êdî ew tev bi awayekî profesyonel tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdistan ya me tevan e. hewce ye em bi hev bişêwirin û bi hev re biryar bidin.”