10 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Dem dema azadiya Birêz Ocalan e’

Hevserokê OHDa Amedê Muhîttîn Muguçî diyar kir ku Tirkiye li gorî biryara DMMEyê tev nagere û got: “Êdî dem hatiye ku Tirkiye zagonan biguherîne û Birêz Ocalan bigihîje azadiya fizîkî.”

Hefteya Mafên Mirovan 10-17ê kanûnê e. 77 sal berê, 1948, Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî  beyannameya gerdunî ya mafê mirovan amade kir. Bi vê beyannameya ku ji 30 xalan pêk tê, mafên mirovan ên gerdûnî hatin diyarkirin. Tirkiye jî ev beyanname îmze kiriye. Lê her çend Tirkiyeyê jî ev beyanname îmze kiribe, hêj mirov ji ber fikrên xwe tên girtin, ziman, çand tên xedexekirin û mirov nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin.

Hevserokê şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Amedê Muhîttîn Muguçî, bi minasebeta hefteya mafê mirovan li ser mafê hêviyê nirxandin kirin. Muhttîn Muguçî diyar kir ku her sal di navbera 10-17ê kanûnê de ev hefte tê pîrozkirin û got: “Saziyên sivîl, demokrat û rêxistinên ku dixwazin mafên mirovan bi pêş bixin vê hefteyê bi çalakiyên cihêreng pêşwazî dikin.”

Zagon hene pratîk tune ye

Muhîttîn Muguçî li ser zagonên Tirkiyeyê, mafên jin, zarok û xwezayê jî rawestiya û got: “Mafê mirovan li Tirkiyeyê di asteke xerab de ye. Di rêzikname û zagonên hiqûqî de hurmeta ji bo mafê mirovan hatiye nivîsandin. Mafê mirovan bi zagonan hatiye misogerkirin. Lê di pratîkê de tune ye. Ev jî berdewama pergala redkirina pirrengiyê ye. Lewma her çiqas zagon mafê mirovan misoger bikin jî, di pratîkê de nayê qebûlkirin. Pergaleke qirêj li ser înkara jinan hatiye avakirin. Çima dewlet di zagonên xwe de li ser kuştina jinan ranaweste? Ji ber ku di hişmendiya xwe de mafê nasnameya jinan red dike.”

Muhîttîn Muguçî da zanîn ku mekanîzmayên wan ji bo jinan çareseriyê bi pêş naxe û wiha pêde çû: “Mafên jinan pir tên binpêkirin û mafên zarok jî. Divê zarok bên parastin. Zarok nikarin mafên xwe biparêzin û gelek astengî li pêş wan hene.”

Qirkirina xwezayê

Li ser qirkirin, talankirin û parastina xwezayê jî Muhîttîn Muguçî got: “Parastina xwezayê mafekî bingehîn e. Lê em li xwezayê xwedî dernakevin. Loma ew jî li me xwedî dernakeve. Xweza dibêje ‘Zimanê min tune ye, ez nikarim bibêjim. Dema hûn zirarê didin min, berî her tiştî hûn zirarê didin xwe.’ Mînak hefteya borî li gundê Çinarê ji bo kana madenê leşkeran avêt ser gund. Dema ku min li wî wêneyî nihêrî operasyonên siyasî yên KCKê û êrişên polîsan ên li ser saziyên sivîl û taxan, hatin bîra min. Ev mînak rewşa pêvajoya aştyê radixe ber çavên me.”

Êdî dema azadiya fizîkî hatiye

Muhîttîn Muguçî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha domand: “Di 2009-2010an de Dadgeha Bilind a Ewropayê ji Tirkiyeyê re got, ‘Tu nikarî cezayê giran ê heta hetayê bidî mirovan. Tu mecbur î rê û rêbazan biguherî û Birêz Ocalan azad bikî’. Lê li gorî biryara DMMEyê ya mafê hêviyê tevnagerin û wî azad nakin. Polîtîkayên tecrîdê didomînin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabû. Êdî dem hatiye ku dewlet zagona bingehîn derxîne û Birêz Ocalan azad bike.”

 Dê rêzeçalakiyan pêk bînin

Muhîttîn Muguçî herî dawî xwest her kes li pêvajoya aştiyê xwedî derkeve û got: “Bi boneya hefteya Mafê Mirovan li Amedê saziyên wekî OHD, ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê, Komeleya Rosayê, Odeya Bijîşkan kom bûn. Me lijneyek ava kir. Em ê hefteya 10- 17ê kanûnê rêzeçalakiyan li dar bixin. Em ê bi dirûşma ‘Mafê Aştiyê’ ji qada Şêx Seîd heta bircên Sûrê bimeşin. Em ê li dijî polîtîkayên ku dewlet li ser girtiyên zindanan dide meşandin, li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyekê bidin. Em ê balê bikişînin ser binpêkirina mafê mirovan, jin, zarok, xwezayê û panel, sempozyuman li dar bixin. Em bi boyena hefteya mafê mirovan ban li gelên cîhanê dikin ku li mafê aştiyê û azadiyê xwedî derkevin.”