Êrişên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li gorî nûçeya ANHAyê dewleta Tirk li gundê Aşme yê li rojavayê Kobanê malek bombebaran kir. Di encama êrişê de pitik û zarok jî di nav de 10 kes birîndar bûn.
Navên kesên di êrişê de birîndar bûn wiha ne: “Yûsif Cemal Derwîş (4 salî), Şîrin Silêman İsmaîl (5 salî), Avin Silêman Îsmaîl (2 salî), Mihemed Cemal Derwîş (8 salî), Xezalê Cemal Derwîş (2 salî), Heyfa Silêman Îsmaîl (35 salî), Sibah Silêman Îsmaîl (26 salî), Emîna Cemal Derwîş (13 salî), Arîn Cemal Derwîş (1 salî) û Ehmed Îbrahîm Derwîş (46 salî).”