12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ziyaret kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, li dijî tecrîedagiran têdikoşe. 35 meh in agahî jê nayê wergirtin û nikare bi terve re bide û bistîne. Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” ku di nava wan de parlamenter jî hene, dê du rojan li vir hin serdanan pêk bînin. Şandeyê ewil Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike, ziyaret kir.

Nûnerên Buroya hiqûqê Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Rêzan Sarica û Mazlûm Dînç û Berdevka Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunay şandeya ji Ewropa hat pêşwazî kir. Nûnera Partiya Çep a Almanyayê Konstanze Kriese, Seroka EFA’yê Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Partiya Çep a Swêdê û Forûma Çep Ann Jessica Theresa Karlqvîst, Senatorê Meclisa Netewî ya Îspanyayê ya Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Wekîla Parlamentroya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages, Senatora Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Clément Evans û parlamentera Partiya Sor a Norveçê Hege Bae Nyholt di nav şandeyê de cih digirin.

 Tecrîda mutlaq heye

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, di serdanê de qala hewldanên ji bo rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî heye. Li Îmraliyê tecrîda mutlaq heye. Lê hewldanên navneteweyî yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re kêm e.

Serdan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.