Çendê berê min şaşiyek kir. Hevalekî got: “Ka li filma Gonul temaşe bike, li ser Doman e.” Min jî temaşe kir. Weke ku her replîk çêr li min dikir, lê min heya dawiyê temaşe kir. Êdî di wê qeneatê de me ku awayê herî xeter a mêtingeriyê hunera tirkî ye. Artêş, dîn, perwerdehî piştre tê. Gonul, tam jî ew berhem e ku rastiyekî tund bi awayekî soft beravajî dike û hemû xerabiyê li ser dîkeyê (ê din) bar dike.
Derhêner, pêşiyê bi taqlîdên Kustarîca hewl dide jiyana Doman rengo rengo nîşan bide. Weke ku tu pirsgirêkekê wan tune be û di nav kêf û şahiyê de bin. Weke ku feqîrî û sefaleta ku tê de ne daxwaza wan be, xwezaya wan be tê nîşandan. Li kurdan jî wiha kirin. Ev dîroka Yeşîlçam ê. Ji bo ev manîpulasyon ser bikeve dewlet bi diyanet, çapemenî, medya û perwerdehiyên xwe milyar dolaran xerc dike. Heya cihekê jî bi ser dikeve. Lê ev manîpulasyon dema bi dizîka di nav filmekê soft de hebe, encam xurtir dibe.
Gonul, çanda dom û kurdan karîkaturîze dike. Çandekê ku di nav lepên qirkirinê de dike meze ji bo fantaziyên xwe yên hunerî. Qirkirin û bişavtin ne xema derhêner de ye. Lê ji bo serê wî jî neêşê yan jî ji xwe wiha ye qet bela xwe bi tiştên din nade. Ji ber wê jî ji bûyerên polîtîk re sedemên apolîtîk dibîne. Dom û kurd li hev nakin û hew. Weke şerê du cahilan be didin nîşandan. Ê ka rola dewlet, mêtingerî, bişavtin, feqîrî, talan û qetlîamê? Derhênerê min û te li ser van mijara xwe ker kiriye, deng ji xwe nayne. Ji Yeşîlçama salên 70’yan tiştek neguheriye. Em dikarin bibêjin ku paşde çûye. Ji bo jiyana doman baş bê fêmkirin belgefilma Halîl Aygun hêjayî temaşekirinê ye: (https://www.youtube.com/watch?v=CMmzxBFUamo). Welhasil dek û dolabên sînemaya tirkî naqede. Eynî wek Dek û Dolabên Scapenê ye.
Şanoya Bajêr a Amedê di 7’ê îlonê de bi promiyera lîstika “Dek û Dolabên Scapen” dest bi sezona nû kiribû. Nivîskarê lîstikê Molîere êdî ji malê ye, me bi çend lîstikên dinê jî li ser dika şanoya kurdî Molîereyê temaşe kiribû.
Çîrokên Molîerê dema adapteyî kurdî dibe mirov dibêje qey çîroka kurdan e. Ewqas li hev tê. Yên ku temaşe nekiribin û bala wan li ser şanoya kurdî ye derfeteke mezin di dawiya vê mehê de heye. Di navbera 20-30’ê cotmehê de 8. Festîvala Şanoya Kurdî de gelek lîstikên kurdî hene. Xwe jê nehêlin. Hunera kurdî wê bibe panzehîra filmên wek Gonul û wê bibe eniyekê tekoşîna çandî û hunerî.
***
Jîna Mahsa Amînî di 16’ê îlonê de ji aliyê komara kujer a Îranê ve hat kuştin. Ev nêzî 20 roj in ji wê rojê wir ve pel bi pel serhildanek mezin heye. Dirûşma “jin jiyan azadî” bû perspektîfa vê serhildanê. Rejîma mêtinger bi dehan serhildêr qetil kirin.
Ev serhildan ji gelek aliyan ve hat nirxandin û ew ê bê nirxandin. Lê aliyekê wê kêm dimîne ku yê herî zelal û aşkere jî ev e. Ew alî çavkaniya dirûşma “jin jiyan azadî” ye yanî felsefeya vê yekê ye. Li Rojhilata Navîn şoreşa jinan bi fikr û ramana Ocalan mezintir bû û mohra xwe li Şoreşa Rojava da. 6 sal beriya niha payîzek wiha li Kobanê ev raman ango DAIŞ’ê têk bir. Arîn Mîrkan yek ji wan kesan e ku nehiştiye dengê dirûşma “jin jiyan azadî” yê bitemire.
Di 5’ê cotmehê de bîranîna Arîn Mîrkan e û di heman demê da soza bilindkirina jiyana azad e ku silav li raperîna gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn dide. Bîra azadiyê bi bîranîna Arînan wê xwe jinûve bilind bike. Weke helbestvan Rênas Jiyan di helbesta xwe ya Herba Kobanê de dibêje:
“Hooooo Arîn Mîrkan Kurdistan
pir li te tê!
tu xezala dîrokê.
Hooooo Arîn Mîrkan me navê çiyayan li xwe dikir berê!
Lê em ê navê te li çiyayekî bikin vê carê”.