Li gorî Ajansa Welat di encama lêkolîn û vekolînan de derket holê ku dema ku Şaredariya Peyasê ya Amedê di bin rêveberiya qeyim de bû, gendelî, bêserûberî û sextekariyên ku zirarê didin raya giştî pêk hatine. Çavkaniyên şaredariyê bi pratîkên li dijî qanûnê hatine bikaranîn. Dabeşkirina budçeyên şaredariyê ji bo sûdwergirtina kes û komên nêzî AKPê hatiye bikaranîn.
Rêyên hatine çêkirin li gorî rêzikname û pêdiviyan nehatine çêkirin. Di îhaleyan de sextekarî hatiye kirin. Ji çavkaniyên şaredariyê pereyek zêde bi fatûreyên sexte ji bo hevkar û koman hatine veqetandin. Di encama lêpirsînê de derket holê ku bêyî xizmetê bikin pere xerc kirine. Wekî ku xizmet kirine lêçûn nîşan dane. Ji ber sextekariyê bi mîlyonan lîre pere xerc kirin e û deynê şaredariyê zêde kirine. Her wiha gel ji xizmetên bingehîn ên şaredariyê bêpar hatiye hiştin.
Li ser raporên mufetîşên berê yên derbarê îhaleyên nerêkûpêk û xercan de di derbarê 30 kesan de doz hat vekirin. Di encama dozê de dadgehê li 25 kesan cezayê salek û sê meh birî. Ew kesên hatin cezakirin hîn ji wan tayîna xwe xwestin, hinek ji wan jî malnişîn bûn e û yên din jî hîn dixebitin.