22 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEDAŞê zarok dan îcrayê!

DEDAŞê, tevî ku deynê ceryanê yê ji dêya wan a mirî mayî dane jî 2 jê zarok hemû endamên malbata Adle Ketbogayê, da îcrayê.

Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li bajarên Kurdistanê bi îdiaya ceryana qaçax ceyrana welatiyan dibire rê li ber mexdûriyeteke mezin vedike û ev kiryarên kêfî vediguhere zilmê. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) vê carê jî DEDAŞê, bi hinceceta ku deynê xwe nedane malbatek bi giştî daye îcrayê. Ligel ku ferdên malbatê deynê ceryanê yê ku li ser dayika wan a mirî ye jî dane dîsa jî rastî kiryarên kêfî yên DEDAŞê hatine. DEDAŞê zarok jî di nav de 19 ferdên malbata Ketbogayê daye îcrayê.

Di sala 2018an de DEDAŞê li navçeya Qoser a Mêrdînê xwest ku yek jê 652 lîre û 61 quriş û ya din jî 4 hezar û 632 lîre heqê du heb fatûreyên ceryanê yên li ser navê Adle Ketboga ye bê dayîn. Malbatê ew deynê ceryanê yê ku li ser dayika wan a mirî bû dan.  Bi îdiaya ku deyn nehatiye dayîn di sala 2022yan de DEDAŞê du caran îcra hat destpêkirin. Çend roj berê Dadgeha Îcrayê ya Oserê biryar da. Tevî lêçûnên dozê û faîzê ji malbata Ketboga hat xwestin ku 22 hezar û 600 TL bê dayîn.

Malbata Ketboga, piştî hesabê 19 ferdên malbatê hat blokekirin hay ji îcrayê çêbû. Di nav kesên ketine ber îcrayê de, neviyên Adle Ketboga jî hene. Yek ji wan 14 salî û yê din 17 salî ye.

Kurê Adle Ketbogayê Îsmet Ketboga ku di heman demê de Gerînendeyê Weşana Giştî ya Koser Haberê ye, anî ziman ku piştî nelirêtiyên DEDAŞê anîne ziman hedef hatine girtin. Ketboga bilêv kir ku piştî pê hesiyane deynê dêya wan heye çûne deyn dane û got ku lê dîsa jî DEDAŞê ew dane ber îcrayê. Ketboga da zanîn ku têkildarî deyn dosyeyeke din jî hatiye vekirin û got: “Deynê fatûreya din jî ji meaşê xwişka min hatiye birîn. Lê dîsa jî nesekinîne û îcra domandine. Vê carê jî lêçûnên parêzer û faîz jî lê bar kirine û li gel 4 hezar deyn, 18 hezar deynê din jî lê zêde kirine. Hesabên hemû ferdên malbatê bloke kirine.”

Ketboga bilêv kir ku DEDAŞê der barê du biraziyên wî yên 14 û 17 salî de jî îcra daye destpêkirin û got ku ev cihê şermê ye. Ketboga da zanîn ku berê jî DEDAŞê avêtiye ser ofîsa wan û di dema weşanê de bi zanebûnî ceryana wan biriye û got: “Lê em ê tim derd û xemên vî gelî bînin ziman. Çi dibe bila bibe em ê dest jê bernedin.”