12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEDAŞ’ê tevî leşkeran bi ser bajarokê Ewîna de girtin

Li Mêrdînê tîmên DEDAŞ’ê ligel leşkeran bi ser bajarokê Ewîna de girtin. Bi gaza îsotê êrişî welatiyên ku bertek nîşan dan kirin.

Tîmên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê, di saetên serê sibê de bi wesayîtên zirxî yên leşkerî re bi ser bajaroka Ewîna ya navçeya Stewr a Mêrdînê de girtin. Tîmên ku bi sedan leşkeran re çûn bajarok, xwestin ku saetên ceyranê veguhêzin derveyî xaniyan lê welatiyan ji bo ketina tîmên DEDAŞ’ê û cendermeyan asteng bikin rê girtin. Li ser vê yekê di navbera şêniyên bajarok û leşkeran de nîqaş derket. Dû re cendermeyan bi gaza îsotê û ava şid a TOMA’yan êrişî welatiyan kirin.

Di dema êrişê de gelek welatî ji gazê bi bandor bûn û piştî welatiyan bersiv da li bajarok gengeşî çêbû. Bendemayîna cenderme û tîmên DEDAŞ’ê ya li bajarokî berdewam dike û bertekên şêniyên bajarokî jî didomin. Heta dema amadekirina vê nûçeyê gengeşiya li bajarok berdewam bû.