Dadgeha 5emîn a Cezayê a Amedê, bi îdîaya ‘bi zanabûn û bi xwestek alîkarî daye rêxistinê’ 3 sal û 9 me cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî. Ev ceza wekî rêvekirina li tayînkirina qeyûm a li ser şaredariyê hat nirxandin. Piştî biryarê gel li dijî hewldana tayînkirina qeyûmê herikîn ber şaredariyê û nobet dan destpê kirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji ANFê re axivî û diyar kir ku desthilatdarî li dijî destkeftî û îradeya gelê Kurd êrîşeke berfireh daye destpêkirin û li ser vê siyasetê xwe xwedî dike. Şadal da zanîn ku hema bêje roj ew bi komployên siyasî û darazî re hişyar dibin û wiha got: “Ev sê dem in hewl hatiye dayîn ku li dijî rêveberiyên xwecihî û pratîka gelên karibin xwe li bajarên xwe bi xwe bi rê ve bibin, êrîş were kirin.”
Neslîhan Şedal, nerazîbûn nîşanî cezakirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û wiha domand, “Mixabin dema mijar dibe pirsgirêka gelê Kurd a bijartin û hilbijartinê, hiqûq û qanûn cuda tên meşandin. Li vî welatî daxwaza bidawî anîna şer û pêkhatina aştiyê weke sûc tê dîtin. Ya rastî di dosyayê de rewş bi vî rengî ye. Hevşaredarê me ji ber ku daxwaza xwe ya aştiyê bilêv kir û banga aştiyê kir, hat cezakirin. Heke qanûn di şertên asayî de pêk bihata, dozeke wiha wê bi beraetê encam bibûya. Ya ku li vir tê xwestin bê kirin, di şexsê hevşaredarê me de tinehesibandina vîna gelê Kurd e. Bi cezayê ku dane hevşaredarê me re tê xwestin ku gelê Kurd were cezakirin. Em bi rengekî vekirî dibînin ku dema mijar dibe gelê Kurd, ev qanûn vediguhere hiqûqeke mêtîngeriyê. Li ser vê bingehê hewla tayînkirina qeyûm heye. Wan piştî berxwedaneke mezin di hilbijartinê de ji nû ve bi ser ket. Gelê Wanê careke din xwedî li vîna xwe derdikeve.”
Neslîhan Şedal, destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi êrîşê kiriye û ev tişt anî ziman: “Divê her kes li ber vê bêedaletiyê û bêhiqûqiyê rabe û bibêje êdî bes e. Daxwaza gel pir zelal û bênîqaş e. Ev gel, qayûman pir baş nas dikin. Di pratîka neh salan a qeyûman de xizanî li bajarên me kûr bûye, bêkarî, koçberî û polîtîkayên şerê taybet hîn bêhtir kûr bûne. Ji ber vê yekê, gelê me li dijî siyaseta qeyûm bi awayekî xurt têdikoş e. Ev gel wê ti carî destûrê nede zîhniyeteke gendelî, talan û qirkirinê. Em bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiya nobetê ya li ber avahiya şaredariyê bibin.”