Her ku hişmendiya mêrperest li ser jinan xwestiye serweriya xwe ava bike zextên xwe yên heyî zêde kirine. Li dijî vê hişmendiyê jinan di her serdemê de li ber xwe dane. Di nav van berxwedanan de rastî taciz, tecawiz, kuştin û gelek êrîşên cuda hatine. Lê tevî ewqas êrîşan jî di sedsala 21’emîn de jin li her qadê bi hemû hêza xwe di nav têkoşînê de ne. Ji ber vê têkoşîna jinan e ku sedsala 21’emîn wek sedsala jinan tê pênasekirin.
Di nav çend salên dawî de her ku êrîşên rejîma Îranê li ser jinan zêde dibin ew dengê civakê yê ku ji vê rewşê aciz e bilindtir dibe. Rejîma Îranê ji bo vî dengê qut bike serî li her cure tundiyê dixe. Taciz û tecawiz jî wek rêbazeke bêdengkirinê tê bikaranîn.
Çawa ku dewleta tirk ji bo jinên kurd ji çand û neteweya xwe dûr bikevin, hin aliyan perwede dike û bi destên wan êrîşê li dijî jinan pêk tîne li Îranê jî heman tişt tê kirin. Di 3’yê îlona 2022’yan de keseke ku di nav ewlehiya Îranê de cih digirt bi boneya ku Şilêr Resûlî alîkarî bidê li deriyê wê xist. Dema ku Şilêr derî vedike û fêm dike ku dê rastî tecawizê bê xwe di şibaka mala xwe de davê xwarê. Piştî ku 5 rojan di nexweşxaneyê de dimîne jiyana xwe ji dest dide. Vê bûyerê êdî ew nerazîbûna ku di nav jinan de pêk hatibû zêdetir kir.
Çend roj li dû vê bûyerê Jîna Emînî ya ku bi malbata xwe re derketibû derve bi hinceta ku li gor îslamê porê xwe nenixaftiye hat binçavkirin. Jîna di bin çavan de ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve kuştin. Kuştina Jîna ji bo civaka Îranê xala dawî bû. Hem civaka kurd hem jî jinên ji neteweyên din li ser kuştina Jîna herikîn qadan. Çalakiyên ku bi mirina Şilêr destpêkirinbûn li ser gora Jîna gihiştin lûtkeyê.
Rejîma Îranê ji bo çalakî zêdetir nebin serî li hemû rêbazên tundiyê dan. Ji bo çalakî zêdetir belav nebin êrîşê rojnamegeran kirin û wan binçavkirin. Lê dîsa jî li hemberî civakê nikaribûn bi ser bikevin. Di van çalakiyan de bi hezaran kes birîndar bûn, gelek kes rast rast ji aliyên polîsan ve hatin kuştin. Bi deh hezaran kes hatin binçavkirin. Lê her ku êrîş zêde bûn çalakiyên jinan jî xurt bûn.
Bi hezaran jinên têkoşer niha di zindanên rejima Îranê di bin îşkenceyên giran de dîl tên girtin. Rixmê hemû îşkenceyên fizîkî, derûnî jî dev ji têkoşîna xwe bernadin û li beranberî rejîma Îranê ya qirker çong danayînin.
Der barê gelek kesên ku di serhildana Jin Jiyan Azadî de li ber xwe didan û ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn girtin, biryara darvekirinê hat dayîn. Gelek kes piştî vê biryarê hatin darvekirin. Herî dawî di 4’ê tîrmehê de biryara darvekirinê li dijî çalakvan Şerîfe Muhemmedî û di 24’ê heman mehê de jî li dijî çalakvana mafên jinan û rojnameger Pexşan Ezîzî birî.
Dema biryar darvekirina Pexşan û Şerîfe hat dayîn jinan li Girtîgeha Evînê ya ku bi îşkenceya xwe navdar e dest bi çalakiyan kirin. Di encama van çalakiyan de îşkence li gelek jinên girtî hat kirin û jinên wek Werîşe Mûradî û Nêrgiz Muhamedî birîndar bûn. Tevî vê îşkenceyê jî jinên li Îranê bi taybet jî jinên kurd ji bo xwedî li hebûna xwe derbikevin li ber xwe didin.
Ev têkoşîna jinan jî diyar dike ku êrîşên heyî çiqas zêde bin jî dê jin bi hêza xwe karibin li dijî vê hişmendiya mêrperest bi ser bikevin û sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan a rasteqîn.