26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê qadên 8ê Adarê bikin qadên azadiyê

Berdevka Meclisa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin û bi rasthatina 8ê Adarê dê li qadan bin. Bahçecî,  got ku divê jin îsal qadên 8ê Adarê bikin qadên azadiyê

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî bi rasthatina 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û geşedanên di rojevê de li Buroya Şêwrê ya DBPê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Bêrîvan Bahçecî bi bîr xist ku ew bi şîara “Li dijî qirkirina jinan em ê serî rakin, em ê azadiyê bînin” ber bi 8ê Adarê ve diçin. Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku ji aliyê desthilatdariya mêr ve her roj jin tên kuştin û wiha got: “Di her qadê de jin li ber xwe didin û serî radikin. Ji her aliyê ve pêvajoyêk bêhempa tê meşandin. Hem jî berxwedanek tê meşandin.”

Bêrîvan Bahçecî di berdewamiya axaftina xwe ev yek anîn ziman:  “Di heman demê de hûn jî dizanin pevajoyêk behsa aştiye tê kirin heye, lê bi gelemperî dema em lêdinêrin em nikarin behsa pêvajoyê bikin. Ji ber ku cihê ku aştî lê hebe û behsa rawestandina şer bê kirin; divê li wir zarok, jin neyên kuştin, kes neyên girtin. An ji kesên kedê ji bo zimanê xwe didin neyên kuştin. Lê em her roj bi van tiştan re rû bi rû dimînin. Cihê ku şer şer lê hebê aborî xerab e. Heke ku tecrîd hebe her tişt tên rawestandin niha jî ew tişt bi destê desthilatdariya AKPê vê tê meşandin. Em behsa tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dikin. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li ser tevahiya gel tecrîd heye. Ji bo vê jî heta ku tecrîd neyê rakirin û birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, em nikarin behsa pêvajoyê bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were, her tim me gotiye û em ê bibijîn; em ê li ber xwe bidin. Lewma me her tim bedel dane. Heya ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gele Kurd pêk were, em ê serî rakin.”

Dê her derê bikin qada azadiyê

Bêrîvan Bahçecî di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo ku sedsala 21emîn bibe sedsala jinan dê her li ber tundiya li ser jin û zarokan rabin û li dijî vê xwe bi rêxistin bikin. Berîvan Bahçecî wiha got: “Bi hezaran jinên Kurd bi rêxistinkirina xwe li qadan têdikoşe û li ber xwe didin. Jin hêza xwe ji rêxistinbûnê digirin. Em ê têkoşîna xwe wek a Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Sarayan berfireh û mezin bikin. Em ê tu carî ala têkoşîna wan li erdê nehêlin.” Em ê wek Meclisa Jinan a DBPê li 11 bajaran, em ê li qadan bin. Em ê li Erzirom, Mûşê, Meletî, Semsûr, Mereş, Şirnex, Dîlok, Sêrt, Çewlig, Bedlîs û Depê kargehên-atolyeyên jinan pêk bînin. Em bi rasthatina 8ê Adarê bang li hemû jinan dikin ku qadan bikin qadên 8ê Adarê û qadên azadiyê û jinan. Em bi deng û reng û çanda xwed li qadan bin. Em li dijî hemû desthilatdaran dibêjin Jin Jiyan Azadî.”