8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê pirtûkên Abdullah Ocalan li hemû cihanê bên xwendin

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 4-10ê Nîsanê de bi beşdarbûna bi sedan sazî û koman li pênc parzemînan û li dehan bajaran çalakiya 3yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Cîhanî tê lidarxistin.

Îsal bi awayekî kolektif pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne xwendin. Bi nîqaşên kollektîf, hevdîtinên felsefîk, lidarxistina çalakiyan û bangên hunerî çalakiyên xwendinê hatin lidarxistin. Beşdarvan ne bi tenê weke çavkaniyeke teorîk di heman demê de weke alternatîfeke gengaz xwedî li fikrên Rêber Abdullah Ocalan derketin.

Marsîlya – Fransa

Di çalakiya ku bi pêeşngtiya Collectif Internationaliste Marseille-Kurdistanê (CIMK) li Fraternité de la Belle de Maiyê hatî lidarxistin de li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalannîqaşên berfireh ên siyasî û felsefîk hatin kirin. Di çalakiyê de dareke zeytûnê ya ku li ser nivîsa Aşitî ji şer dijwartir e. Dema em li ber xwe didin em natirsin, em ê di dema aşitiyê de jî netirsin heyî, hate çandin.

Selanîk – Yewnanistan

Li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê jî danasîna pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya çapa bi Yewnanî hat kirin. Nûnerên înîsiyatîfa navneteweyî û çapxaneyê li ser mijarên pirtûkê yên weke rexneya zanistên civakî, paradîgmaya civaka demokratîk û nivîsên girtîgehê gotûbêj kirin. Nivîskarê navdar John Holloway jî bi awayekîonline beşdarî çalakiyê bû û têkildarî têkariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ji bo enternasyonalîzma nû û tecrûbeya wî ya li ser Platforma Gelên Ewropayê axivî.

Val Pellice – Îtalya

Tevgerên şoreşger ên li bajarê Val Pelliceyê jî di çarçoveya pêwistiya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn. Çalakî girêdayî mijarên weke mîrateya sosyalîzma reel, sedemên derketina Şerê Cîhanî yê 3yemîn û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya dawîn hate lidarxistin. Çalakvanan diyar kirin ku fikrên rêberekîdi bin tecrîda fîzîkî de ji bo çareseriyên gerdûnî rênîşander in.

Genova Righi – Îtalya

Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Enternasyonalist li xwezayê meşeke li xwezayê hate lidarxistin. Di kêliyên meşê de beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û têkildarî azadiya jinan nîqaş hatin kirin.

Chieri – Îtalya

Li bajarê Chieriyê komeke ciwanan çalakiya xwendina bi komî li dar xist. Hin beşên pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û têkildarî jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin. Ciwanan ev çalakiya xwe weke pêngaveke fikrî ya têkildarî pirsgirêkên civakî pênase kirin

Torino – Îtalya

Li bajarê Torînoyê ji aliyê Înîsîyatîfa Komuna Ciwanan a Torînoyê û Alba Rossa ve Orso Tekoşer ve çalakiyek hat lidarxistin û girêdayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aşitîû Civaka Demokratîk li ser pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst û alternatîfên ku modernîteya demokratîk pêşkêş dike, gotûbêj hatin kirin.

Salerno – Îtalya

Li bajarê Salernoyê jî ciwan û jin li hev kom bûn û li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî azadiya jinan suhbet kirin. Di nîqaşan de li ser wateya gerdûnî ya şoreşa jinan a li Rojhilata Navîn jî nîqaş hatin kirin.

Barcelona – Katalonya

Li bajarê Barcelonayê jî ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve çalakiyek hate lidarxistin û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel zarokan hatin parvekirin. Çalakî weke destpêka ragihandina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo nifşên nû hate pênasekirin.

Bamako – Malî

Di 4ê Nîsanê de li bajarê Bamako yê Maliyê bi pêşengtiya komîteya ciwanên UACDDDDê gelek jin û ciwan li hev kom bûn. Çalakî di çarçoveya tora Ciwan Dîrokê Dinivîsin de hate lidarxistin û li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Kurdistanê ji bo azadiya jinan, Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê gotûbêj hatin kirin. Danezan hatin belavkirin û beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û çalakvanan soza têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.

Jakarta – Endonezya

Li herêma Jakarta ya Endonezyayê ji aliyê Tora ABC+ karkeran ve li mekanekî polîtîk çalakiya xwendinê hate lidarxistin û di çalakiyê de pirtûkên Sosyolojiya Azadiyê û Nivîsên Girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Çalakî di çarçoveya vegotin û xwerexnekirinê de hate lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.

Di çalakiyê de banga Hûn Nikarin Fikran Asteng Bikin derket pêş û hat diyarkirin tevî tecrîda giran jî fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dibin seranserê cîhanê. Beşdarvanan diyar kirin ku ew bi biryar in ku heta dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê torên xwe yên piştevaniyê mezintir bikin.

Krîza ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê afirandin bi qirkirina jin, xweza û civakê re kûrtir dibe û lêgerînên çareseriyên ji bo van krîzan zêdetir dibin. Tişta ku berê mirovan dide nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hêza wî çareseriyê ya li hemberî van krîzan e. Paradîgmaya modernîteya demokratîk, mafê gelan ê diyarkirina çarenûsa xwe, azadiya jinan, jiyana ekolojîk û pêşeroja xwe dispêre demokrasiyê rê li ber çareseriyê vedikin.

Analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ku ji jinan re pêşkêş kirine û perspektîfa têkildarî azadiya ciwanan ne tenê ji bo gelê kurd di heman demê de ji bo gelên cîhanê jî weke alternatîfeke gerdûnî ne. Girêdayî van yekan rojên xwendinê ji bo avakirina hişmendiya hevpar a têkoşînên enternasyonal weke pêngaveke gelekî girîn mohra xwe li dîrokê da.