24 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê mîtînga bi heybet li dar bixin

Rêxistina TJA, DBP û DEM Partiyê dê li Wanê di 23ê Tebaxê de bi dirûşma ‘Azadî wê bi ser bikeve, ne tecrîd’ mîtîngeke bi heybet li dar bixin. Beriya mîtîngê nûnerên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk di 13ê Tebaxê de li avahiya bajêr a DEM Partiyê civîneke çapemeniyê lidarxistin û starta xebatên mîtîngê dan.

Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Rêya Armûşê û di heman demê de Hevberdevka Komiteya Amadekar a Mîtîngê Nûrhayat Şevîn Polat der barê xebatên mîtîngê de agahî dan. Nûrhayat Şevîn Polat anî ziman ku dê li Wanê di 23ê Tebaxê de mîtînga Aştî û Civaka Demokratîk pêk bînin û wiha got: “Em ê mîtînga herî mezin pêk bînin. Wateya vê mîtîngê ji bo me gelek mezin e. Em bi felsefeya Aştî û Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin dikin û pêş ve diçin. Ji bo gel şerê hev nekin û demokrasî pêş bikeve, ji bo di nava civakên demokratîk de aştî mîsoger bibe, em têdikşin. Em aştî û demokratîkbûna civakan diparêzin.”

Nûrhayat Şevîn Polat anî ziman ku gelê Kurd aştî û demokrasiyê diparêze û ji demokrasiyê bawer dike û wiha axivî: “Em bi vê mîtîngê armanc dikin ku girîngiya Aştî û Civaka Demokratîk bînin ziman. Em dixwazin hebûna Civaka Demokratîk bidin famkirin û xuyakirin. Gelê Kurd bi sedan salan e aştî û edaletê diparêze. Ji bo aştî û neteweya demokratîk şer dike û têdikoşe. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em dixwazin vê banga Aştî û Civaka Demokratîk bigînin hemû kesan.”

Ev mîtîng dê banga aştiyê be

Nûrhayat Polat destnîşan kir ku ev mîtîng dê bibe banga aştiyê û wiha lê zêde kir: “Aştî meseleyeke civakî ye. Em bang li hemû gelê Wanê û derdorê dikin ku beşdarî mîtîngê bibin. Ev meseleya aştiyê ne tenê meseleya gelê Kurd e. Meseleya Tirkiyeyê û hemû cîhanê ye. Divê em hemû bi hevre li vê aştiya bi rûmet xwedî derkevin. Divê em hemû bi hevre di avakirina aştiyê de cih bigirin.”

Nûrhayat Polat, da zanîn ku di 27ê Sibatê de piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferberiyek mezin hat destpêkirin û wiha pêde çû: “Ji wê rojê heta niha li kolan û taxan xebatên me yên aştiyê berdewam dikin. Em li tax, gund û hemû malan digerin. Em civînên gel pêk tînin. Em qala pêvajoyê dikin. Ev mîtîng dê lûtkeya van xebatan be. Em her dem di nava gel de ne û gel esas digirin.”

Nûrhayat Polat, herî dawî destnîşan kir ku dê saet di 17,00ê 23ê Tebaxê de li Parka Mûsa Anter mîtînga bi heybet pêk bînin û wiha bi dawî kir: “Dê Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak, Hevserokê Gişti yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir beşdarî mîtîngê bibin. Dîsa dê hunermend Xecê û Aydin Demîrkaya derkevin dikê.”