29 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li Qamişloyê konferansa Kurdî pêk bê

Dê sibê li Qamişloyê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê”  were lidarxistin. Ji Rojava, Bakûr, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Suriyeyê wê zêdetirî 400 kes tev li konferansê bibin.

Konferansa Kurdên li rojavayê Kurdistanê ku bi salan e nîqaşên wê dihatin kirin, êdî pêk tê. Konferansa bi navê, “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” wê sibe li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê nûnerên tevahiya partiyên Kurd, rêxistinên jin û ciwanan, kesayet, rewşenbîr, hunermend û oldarên li Rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd ên ji bajarên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê tev li konferansê bibin. Ji bakûrê Kurdistanê şandeya DBPê û DEM Partiyê, ji başûrê Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinan jî wê di konferansê de amade bin. Her wiha wê ji rojhilatê Kurdistanê, Başûr û derveyî welat jî peyamên partî û rêxistinên Kurd werin xwendin.

Konferans, wê saet di 10.00an de bi xêrhatina mêvanan û hilbijartina dîwanê destpê bike. Di konferansê de dê ewilî Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlum Ebdî biaxive. Piştî axaftina vekirinê wê mêvan li ser mijarê nêrîn û nirxandinên xwe bikin. Her wiha peyamên ji bo konferansê hatine şandin bên xwendin.

Piştî axaftina destpêkê û nirxandinên mêvanan wê konferans ji çapemeniyê re girtî dom bike. Di herîkîna konferansê de wê reşnivîsa yekrêziya Kurd ku berê li ser gotubêj hatibûn kirin, were xwendin û nîqaş li ser bên meşandin. Di encama nîqaşan de wê rengê dawî were dayîn û bê erêkirin.

Di dawiya konferansê de wê encamname bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Ji bo konferansê hemû saziyên ragihandinê yên Kurdistanî û biyanî hatine vexwendin. Li gorî komîteya amadekar, wê li ser navê zêdetirî 60 saziyên ragihandinê derdora 200 rojnamevan konferansê bişopînin.