7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li Nisêbîn, Pirsûs û Hatayê çalakiyên girseyî bên lidarxistin

Li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li Nisêbîn, Pirsûs û Hatayê meş bên lidarxistin.

Êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter a SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî êrîşan, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Pirsûs a Rihayê çalakiyên nobetê hatibûn destpêkirin û çalakî didomin.

Hat zanîn ku dê di serê meha çileyê de çalakiyên li ser sînor bi girseyî bên ziyaretkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di 2yê çileyê de dê çalakvanên di nobeta ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de bi girseyî bên ziyaretkirin û ber bi sînor ve meş were lidarxistin. Di 3yê çileyê de jî dê nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bi girseyî bê ziyaretkirin û ber bi sînor ve meş bê lidarxistin.

Di 4ê çileyê de jî li Hatayê dê meş bê lidarxistin û çalakiya nobetê bê destpêkirin. Di çalakiya nobetê ya li vê derê de her wiha dê li dijî êrîşên ser elewiyan ên li Sûriyeyê bên protestokirin.

Tê payin ku hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî çalakiyên di 2, 3 û 4ê çileyê de bibin.

Herwiha tê payin ku hêzên ked û demokrasiyê û nûnerên rêxistinên elewiyan jî tev li çalakiyan bibin.