Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku dê di 26ê Îlona 2025an de dest bi sala nû ya perwerdehiyê bikin. Hevserokê Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Xelîl Elî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Dr.Xelîl Elî da zanîn ku niha heft navendên tomarkirina xwendekarên nû hatine vekrin û got: “Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 2 navend, li Zanîngeha El Şerq a li Reqayê navendek, li Zanîngeha Kobanê jî navendek, li kantona Cizîrê sê; yek li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê, yek li bajarokê Rimêlan û ya sêyem jî li Hesekê hatine vekirin.”
Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan bi beşên xwendinê hene; Zanîngeha Rojava bi 11 fakulte û 3 peymangehên xwe ji 30 beşan pêk tê, li Zanîngeha Şerq ku ji 8 fakulte û 4 peymangehan pêk tê 21 beş hene, Zanîngeha Kobanê jî bi 4 fakulte û 5 peymangehan ji 20 beşan pêk tê.
Dê fakulte û peymangehên nû vekin
Dr. Xelîl Elî diyar kir ku dê di sala nû de beşên nû werin vekirin ev agahî dan “Dê Fakulteya Veterîneriyê li Reqayê, Fakulteya Zanistên Bijîşkî û Endazyariya Çandiniyê li Zanîngeha Kobanê û peymangehên girêdayî Desteya Çandê bêne vekirin. Her wiha dê peymangehên perwerdehiya mamosteyan li Heleb, Hesekê û Qamişlo û peymangehek tenduristiyê li bajarê Hesekê werin vekirin.”
Xelîl Elî da zanîn ew ji bo vekirina peymangehên nû li kantona Tebqayê jî dixebitin.
Der barê mekanîzmaya tomarkirina xwendekarên nû de jî Elî destnîşan kir ku xwendekarên beşa zanistê dê di mijarên zanistê de têkevin ezmûnek nirxandinê ya otomatîk, ku ji 80 pirsan pêk tê. Xwendekarên dibistana navîn a pîşeyî nakevin vê ezmûnê, lê dê li gorî şarezayiya wan a pîşeyî bêne tomarkirin.
Dê bi zanîngehên Ewropa û Emerîkayê re têkiliyan dînin
Xelîl Elî diyar kir ku zanîngehên herêmê bi armanca zêdekirina hevkariya akademîk û bidestxistina ezmûnên cûrbecûr ên navneteweyî di warê perwerdehiya bilind de, têkiliyên berfirh bi zanîngehên li Ewropa û Amerîkayê re, her wiha yên Amerîkaya Başûr re danîne.
Xelîl Elî got jî ku ew dixwazin hevrêzî û têkiliyan di navbera zanîngehên herêmê û zanîngehên din ê Sûriyeyê de pêş bixin.
Dr. Xelîl Elî xwest ku civînên hevbeş û komîteyên hevrêziyê di navbera her du aliyan de werin avakirin, da ku pêvajoya perwerdehiyê û siberoja perwerdehiya bilind li Sûrîyeyê bi giştî were xurkirin.