11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li 13 navendan dê rêze çalakî pêk bên

Mihrîcan, mitîng û meşên ku Platforma Saziyên Demokratîk li Cizîr, Tetwan û Dêpê di çarçoveya Civînên Civaka Demokratîk de dabûn destpêkirin, wê li 13 navendên din berdewam bikin.

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya “Civînên Civaka Demokratîk” de gelek çalakî li dar xistin. Heta niha li Tirkiye û Kurdistanê zêdetirî 2 hezar civînên bi vî rengî hatine lidarxistin û di çarçoveya çalakiyên berdewam de, Platforma Saziyên Demokratîk dê li 13 bajaran mihrîcan, mitîng û meşan li dar bixe. Platforma Saziyên Demokratîk dê bernameya xwe ya “Mihrîcana Aştî û Civaka Demokratîk” li dar bixe ku li Cîzîrê dest pê kir û li Dep û Tetwanê berdewam kir.  Dê li 13 navendên din, bi giranî li Amed, Wan û Samsûrê, li dar bixe.

Narîn Gezgor, Cîgira Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku pêkhateyeke Platforma Saziyên Demokratîk e, der barê çalakiyên heyî û yên gengaz de bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û agahiyên li ser çalakî û bernamayên ku dê pêk bînin parve kirin. Narîn Gezgorê destnîşan kir ku wan li Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetirî 2 hezar civîn li dar xistine û ev civîn berdewam dikin. Narîn Gezgor diyar kir ku mihrîcan û meşên ku li Cizîr, Dep û Tetwanê li dar xistine wê di 9ê Tebaxê de li Semsûr, Çewlîg, Wêranşar û Sêrtê, di 10ê Tebaxê de li Qoser, Edene, di 11ê Tebaxê de li Mûşê, di 12ê Tebaxê de li Gever û Îdîr, di 13ê Tebaxê de li Êlih û Mêrsînê û di 14ê Tebaxê de jî li Amedê pêk bînin. Narîn Gezgor ev agahî jî parve kir ku dê di 23yê Tebaxê de li Wanê mitîngê pêk bînin.