Komîteya Amadekar a “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” dîrok û cihê pêkanîna konferansê ragihand. Li gorî agahiyên komîteyê Konferans roja înê 8ê Tebaxê li bajarê Hesekê bê lidarxistin. Pêkhateyên kurd, ereb, suryan-asûr, ermen, êzidî, turkmen û çerkes ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji meha Hezîranê (2025) ve amadekariyên lidarxistina konferansê kirine. Konferans di bin dirûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava dike” de ye.
Li gorî agahiyên ku endamê Komîteya Amadekar a Konferansê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm ragihand ku piştî hilweşandina rejîma Bassê li Sûriyeyê bi pêş ket, pêkhate jî bi vê konferansê dixwazin yekhelwesta xwe ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bidin diyarkirin. Kesayetên civakî, çandî, bawerî, olî û rûspî ji bo konferansê hatine vexwendin. Hejmara delegeyan jî di navbera 400-500 delegeyî de ne. Di konferansê de wê li ser reşnivîsa ku niha ji aliyê komîteya amadekar ve tê hazirkirin, nîqaş bên pêşxistin û konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.