Platform bi armanca naskirina komkujiyên ku beriya niha pêk hatine û têkoşîna li dijî paqijiya etnîkî û komkujiyên roja îroyîn hatiye avakirin. Platform bi boneya komkujiyên li dijî mirovahiyê pêk hatine ronî bikin û lêkolîn bikin platform ava kir.
Platformê destnîşan kir ku di serî de Komkujiya Ermeniyan a 1915, Pontûs, Koçgirî, Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38an, Komkujiya Rûman a 1956an, Mereş, Roboskî, Komkujiyên Girtîgehan ên 19ê Kanûnê û Komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê û Xezeyê rûbirûbûna van komkujiyan divê neyê taloqkirin.
Endamê Platformê Ersîn Sedefoglu, têkildarî armanca platformê agahî dan û wiha got: “Platform di 1ê Nîsanê de hat aşkerekirin. Berê hatibû avakirin, lê nû aşkere kirin. Berê gelek platform hatibûn avakirin. Lê me xwest li Stuttgardê jî ava bikin. heta niha gelek komkujî pêk hatine. Me xwest li dijî komkujiyan platforma têkoşînê avabikin. Me çalakiya ewil li Stuttgardê pêk anî. Nêzî 500 kes beşdar bûn. Heta niha li dijî ermenî, elewî, suryanî, qoçkirî, rûm, êzîdî, keldarî û filîstînî hene. Bi giştî em dixwazin li dijî hemû komkujiyan têkoşîn bê dayîn. Em ê di 12ê Nîsanê de jî çalakiyê pêk bînin. Ev çalakî dê li dijî komkujiya Filistinê û Nesturiyan bê li darxistin. Platform dê di 27ê Nisanê de li dijî komkujiya Dêrsimê panelekê pêk bîne. Dîsa dê di 4ê Gulanê de em ê beşdarî mîtînga Kolnê bibin. Ev çalakiyên me dê heta komkujiya Sêwasê berdewam bikin. Dîsa dê komkujiya ermeniyan di rojeva platforme de be. Dê di 19ê Gulanê de li dijî komkujya Pontûs Rûmê çalakiya meşê bê lidarxistin. Niha elewiyên ereb jî beşdar bûn. Em armanc dikin ku çeperê vê platformê mezin bikin. Ev parçeyek platforma elewiyên ereb ên Hatay, Edene û Mêrsînê ye. Dîsa dê gelek Navendên Çandê yênn Elewiyan ên li Almanyayê beşdarî platformê bûne. Dîsa komeleya gündeki Koçgirî jî tev li platformê bûye. Bi giştî 16 sazî di nava platformê de cih digirin.”
Ersîn Sedefolu, anî ziman ku ev platformeke herêmî ye û bêtir komkujiyan dike rojeva xwe û wiha axivî: “Dê bêtir komkujiyen dîrokî têxe rojevê û hewl bide van komkujiyan bibîr bixe. Dê bang li berpirsiyaran bike ku lêborîn bixwazin û ji gel bixwaze ku hesab ji van komkujiyan bipirsin. Bêtir dê balê bikişîne êrîşên li ser gelan û komkujiyan û van mijaran bike rojev.
Ji bo komkujî bi dawî bibin û hêzen navdewletî hestiyar tev bigerin dê xebatan bimeşe. Em ê armanc bikin vê platformê bikin navendî.