Endamên komîsyonê yên ji DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Meral Daniş Beştaş, Hakki Sarûhan Olûç, Celal Firat û Cengîz Çîçek têkildarî civînên komîsyonê yên hefteya pêş agahî dan. Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê bi bîr xistin ku “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya li meclîsê ava bû civîna xwe ya sêyemîn doh pêk anî û di vê civînê de li ser rêveçûna komîsyonê, armanc û karê wê nêrîn bi berfirehî nirxandin kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komîsyon ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya kurd, ji bo bicihanîna rola dîrokî ya meclisê vî karî baş binirxîne. Di berdewamê de wiha hate gotin: “Ji nîqaş û nirxandinên hatine kirin, em dikarin bibêjin ku komîsyon bi nêrîneke ku hesasiyetên hemû beşên civakî li ber çavan digire, karên xwe dewam dike. Partiyên ku endam dane komîsyonê, bi berpirsyariyeke dîrokî ya ji bo afirandina dilxwaziya civakê rû bi rû ne. Aştiya civakî bi wê yekê ve girêdayî ye ku gavên bêne avêtin her kesî hembêz bike û bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê. Dê hefteya pêş di rojên sêşem û çarşemê de kesayet û saziyên di hewza bi hevpariya partiyên ku endam dane komîsyonê ve hatiye avakirin, bên guhdarîkirin. Her kesên ku di şer de xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, mexdûr bûne û bandoreke neyînî li wan bûye, wê li komîsyonê bêne guhdarîkirin. Her wiha wergirtina nêrîn û pêşniyarên derdorên hiqûqî û akademîk ên li ser zemîna siyasî û hiqûqî ya ji bo çareseriyê pispor in, wê karên komîsyonê hêsan bike. Piştî guhdarîkirinê komîsyon wê di çarçoveya karên ji bo pêvajoyê bêne kirin û entegrasyona demokratîk de li ser sererastkirinên qanûnî kar bike. Gelekî girîng e ku pêşniyarên li ser sererastkirinên qanûnî yên ji bo demokratîkbûnê û pêvajoyê bêne nirxandin û bi nîqaşeke berfireh bêne biencamkirin. Hêza aştiya civakî û siyaseta demokratîk tenê bi vî rengî dikare pêk were.”