Tevgera Jinên Azad (TJA) dê ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar bixe. TJA, têkildarî meşê li Qonaxa Cemîl Paşayê daxuyanî da. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, hevşaredarên DEM Partiyî û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û ya Tirkî jî aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Her gava me, mîrateya têkoşînê ya bi dehan salan ji xwe re referans digire. Hêvî ji bo me ronahî ye; azadî jî asoya me ye. Ev rêya ku em li asoyê dinêrin û mil bi mil tê de dimeşin, dê dengê lingên doza herî heq bibihîze. Em jin, ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dimeşin ku li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ji bo gelê Kurd bûye ronahiya hêviyê.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di her firsendê de bang li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dike, yekane aktorê çareseriyê ye. Em bang li desthilatdariya ku bi paşguhkirina hiqûqa xwe ya xwe sîstema tecrîda Îmraliyê didomîne, bi belavkirina demê çaresernebûnê ferz dike dikin; Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azadiya me jinan û gelan e. Rêya çareseriya li ser rastiyê, rakirina bi temamî ya sîstema tecrîda Îmraliyê ye. Demokratîkbûn, ji bo civakê, azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocalan e. Dabînkirina şertên azadiya Rêbertiya me wê rê li demokratîkbûnê û aştiyê veke.
Abdullah Ocalan aktorê sereke ye
Ji bo Rojhilata Navîn a ku ji aliyê dewletên neteweyî ve veguheriye qada krîzê ye û dixwazin wê qadê ji nû ve dîzayn bikin, pêkanîna paradîgmaya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêşkêş dike, bi taybetî ji bo jinan û neteweyên bindest girîngiya jiyanî ye. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku divê bi rola aktorê sereke bigihîje şertên jiyan û xebata azad, aktorê herî bingehîn e ku wê aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn jî pêk bîne. Li ser vê bingehê em bang li dewletê dikin ku pêdiviyên edaletê pêk bîne.
Li gorî biryarên binpêkirinê yên di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de hatine dayin, pêwîst e Tirkiye rêgezên qanûnî yên ku wê guhertinên bingehîn pêk bîne peyda bike, di vê çarçoveyê de jî pêwîst e bi lezgînî mekanîzmayên ku wê azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk bînin ava bike. Komîsyona pirreng a ‘Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ ya ku di bin banê Meclisê de hatiye avakirin, mîsyona xwe tenê bi hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re dikare temam bike. Di çareseriya pirsgirêkê de rola Meclisê girîng e. Muxatabê çareseriyê tenê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Divê komîsyon bi Rêber Ocalan ê ku hemû pêdiviyên bangewaziya 27ê Sibatê ya ku bi hêvî tê nihêrtin û di gel de kelecanî çêdike pêk aniye, bi lezgînî hevdîtinê pêk bîne.
Pêkanîna ‘mafê hêviyê’ wê pêşveçûna pêvajoyê û rêya ku diçe aştiyê û azadiyê veke. Mafê hêviyê êdî pêdiviyek jiyanî ye, daxwaza çareseriyê ne tenê ya gelê Kurd e; bi taybetî civaka Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ya pirnasname, pirçandî di serî de hemû gelên cîhanê re bûye daxwazek hevpar. Nimûneyên ku ji Efrîqaya Başûr bigire heta Îrlandayê, ji Amerîkaya Latîn bigire heta erdnîgariyên cihêreng dirêj dibin, nîşanî me didin ku tu pêvajoyek ku aktorên sereke ne azad bin, aştiya mayînde ava nekiriye, wê neke jî. Ji ber vê yekê civaka navneteweyî jî di vê berpirsyariyê de ku ‘jiyana din mimkûn e’, luksa wê tune ye ku bêdeng bimîne. Bêdengî ne tenê Kurdistanê, lê belê pêşeroja hemû herêmê dixe metirsiyê. Di navbera perspektîfên jinê yên xwedî xwezaya gerdûnî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkoşîna jinan a enternasyonal de têkiliyên xurt hatine avakirin. Em ji vir bang li jinan yên hemû gelan dikin; bang li hevgirtinê bi têkoşîna azadî û aştiyê ya jinên Kurd û mezinkirina têkoşîna hevpar bikin.
Bi şaristaniya dewletî re me jinan di bin zordestiya şer, xizanî û zordariyan de sedsalek winda kir. Bi perspektîf û têkoşîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê ku dibêje ‘Pirsgirêka jinê di ser hemû pirsgirêkan re ye’, me dest bi lêgerîna azadiyê kir. Me azadiya xwe ya xwe ji azadiya civaka xwe cuda nekir. Lê belê em dizanin ku azadiya me jî tenê bi azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re mimkûn e. Ji bo gelê Kurd ku pirsgirêka hebûnê derbas kiriye jî dem niha ye; dem a hevdîtina bi rêbertiya azad re di civaka azad de ye.
Çand, ziman û hebûna gelê kurd nas bikin
Gelê Kurd ku sedsalek e di nav lepên jenosîda çandî de dijî, bi berxwedanê karîbû hebûna xwe biparêze; bi zimanê xwe, çanda xwe, baweriyên xwe dixwaze wekî hêmanek bingehîn a civakek demokratîk bê naskirin, li ser bingeha edalet û wekheviyê dixwaze. Welatek ku mafên gelê Kurd di bin ewlehiya destûrî de hatine girtin û îradeya wî hatiye qebûlkirin, mafên wî yên kolektîf hatine naskirin, wê bibe prensîba bingehîn a aştiya civakî. Ev pêvajo divê pêvajoya bidawîkirina siyaseta înkarê be. Jin, Kurd, Elewî û hemû gel û baweriyên bindest ku di dîrokê de li hemberî înkarê bi berxwedanê bersiv dane, heta têkoşîna mafan bigihîje ewlehiyê wê têkoşînê mezin bikin, berxwedanê bilind bikin. Careke din em dibêjin; tehemûla me jinan a ji bo sedsala bêdestûrî û bêstatûbûnê êdî tune ye! Divê bi lezgînî astengiyên li pêşberî mafên me bên rakirin û di bin ewlehiya qanûnî-destûrî de bên girtin.
Jin, di her serdema dîrokê de barê herî giran ê şer, xizanî û zordariyê hilgirtine ser milê xwe; tevî vê yekê jî bûne kirdeya herî pêşeng a aştiya civakî ya demokratîk, azadiyê û guhertin û veguhertinê. Îro wekî jinan ku daxwaza aştiyê û civakek demokratîk dikin, li erdnîgariyeke ku bi awayê herî giran polîtîkayên çaresernebûnê yên bi salan, tecrîd, înkar û zordariyê tê jiyîn, ji bo ku rêya diçe aştiyê û çareseriyê dimeşin. Bangewaziya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin û em diyar dikin ku em ê bi têkoşîna jinan a rêxistinî ya ku wê vê bangawaziyê civakî bike, bigihînin serkeftinê.
Ji bo vê yekê; ji 1ê Cotmehê heta 7ê Cotmehê, ji Amedê heta Enqereyê bi dirûşma ‘Bi hêviyê ber bi azadiyê dimeşin’ ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û derbaskirina astengiyên li pêşberî mafên me yên kolektîf dimeşin. Ji Amedê dest pê dikin, bi gav bi gav li bajarên Rihayê, Dîlokê, Edeneyê, Mêrsînê û Enqereyê dimeşin û azadiyeke civakî ava dikin.
Daxwazên xwe ragihandin
Li gorî vê;
* Ji bo mayîndekirina aştiyê, divê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi lezgînî bê cîbicîkirin.
* Komîsyona ku di nav TBMM’ê de hatiye avakirin û hevdîtinên wê didomin, divê bi Rêber Ocalan re teqez hevdîtinê pêk bîne.
* Ji bo ku gelê Kurd hebûn, nasname, çand û zimanê xwe azad bijî, divê bi lezgînî gavên ku wê ewlehiya destûrî bigirin bên avêtin. Zimanê dayikê, çanda me û baweriyên me di serî de hemû mafên me yên kolektîf divê bigihîjin destûra bingehîn.
* Binpêkirina îradeyê divê bi dawî bibe; divê hevserokên me yên ku bi îradeya gel a li ser bingeha demokrasiyê hatine hilbijartin vegerin ser karê xwe, pergala hevserokatiyê ya ku nûnertiya jinê xurt dike bi awayekî fermî bê naskirin.
* Divê ji ziman û polîtîkayên desthilatdariya mêr, zayendperest û milîtarîst bên bidawîkirin; divê zimanê hevpar ê aştiya civakî bê afirandin.
Dema azadiyê ye
Di dawiyê de em dibêjin; niha dema bi hev re meşandinê ye, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dema bi hev re azadbûnê ye. Em dizanin ku; aştî û civaka demokratîk dê bi jinan re were. Azadî dê ya me hemûyan be. Civaka demokratîk jî jiyana nû jî em jin dê ava bikin. Jin, jiyan, azadî. Bijî têkoşîna me ya jinan.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.