1ê Nîsanê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê li ser rewşa her du taxan peymanek ji 14 bendan îmze kiribû.
Di çarçoveya peymanê de duh (Pêncşem) benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.
Îro jî dê benda 6an a têkildarî vekişandina hêzên leşkerî ji her du taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve bikeve meriyetê û hêzên leşkerî ji her du taxan vekişin.