9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi hevkariya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD), bi şîara “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî” di 26ê îlonê de dest pê kir didome. Festîvala îsal rastî eleqeyeke mezin hat. 771 fîlman û 44 projeyan serlêdan kir. Di encama nirxandinan de 24 fîlm hatin hilbijartin. Festîvala FîlmAmedê, bi van belgefîlman, armanc dike ku mijarên civakî, çandî û çîrokên mirovî ronî bike û her wiha ji çalakiyên çandî û hunerî yên li herêmê re bibe alîkar. Di heman demê de bi rêya BelgeFîlman, çîrokên cuda û rastiyên jiyanî civaka sînemahez û temaşevanan bîne gel hev. Di Bernameya herikînê ya 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dê îro 9 fîlm û karheke hebe. Dê bername îro li Salona Sînemayê ya ÇandAmedê ya 1emîn û li Sanoya Bajêr a Amedê bên pêşandan.
Fîlmên ku dê li Salona Sînemayê ya ÇandAmedê ya 1emîn bên pêşandan wiha ne;
Kargeh
Kargeha Amadekirina Projeyan a Amedê ya Eurasiadocê
“Ji Ramanê Ber Bi Film Ve, Di Sinemaya Belgefilman De Derfetên Vegotinê”
Samuel Aubin-Gulîz Saglam
Saet di 12.00an de.
Uçuncu Gurbet
Derhênerê fîlm: Mediha Guzelgun
Zimanê Film Tirki jêrenivis: Kurdî-ingilizî
Saet di 14.00an de.
Grape Season
Derhênerê fîlm: Ebrahîm Hesarî
Zimanê Film: Farisî jêrenivîs: Kurdî- îngîlîzî
Saet di 14.00an de.
Walk of Iris
Derhênerê fîlm: Burcu Guler
Zimanê Film: Tirkî jêrenivîs: Kurdî-Îngîlîzî
Saet di 16.00an de.
Stêrka Li Ser Xetê
Derhênerê fîlm: Bêrivan Sarûhan
Zimanê Film Kurdî
Jêrenivîs: Ingilizi
Saet di 16.00an de.
Habîbullah
Derhênerê fîlm: Adnan Zandî
Zimanê Fîlm: Kurdî (Kelhorî) Jêrenivis: Kurdî (kurmancî)-îngîlîzî
Saet di 18.00an de.
The Last 5 Minutes
Derhênerê fîlm: Sehram Maslakhîl
Zimanê Film: Farisî Jêrenivîs: Kurdî- îngîlîzî
Saet di 18.00an de.
Bîra Sûrê
Derhênerê fîlm: Azad Altay
Zimanê Film: Kardî-tirki, jêrenivîs kurdî-tirkî-îngîngîlîzî.
Saet di 20.00an de ye.
Fîlmên ku dê li Sanoya Bajêr a Amedê bên pêşandan jî wiha ne:
Bîzîm Îsmaîl
Derhênerê fîlm: Fatin Kanat
Zimanê Film: Kurdî- tirkî, jêrenivîs: Kurdî- îngîlîzî.
Saet di 15.00an de.
Son Buyuk Sîmge: Surp Giragos Kîlîsesî
Derhênerê fîlm: Eren Kahraman
Zimanê Fîlm: Kurdî- tirkî, jêrenivîs: Kurdî-îngîlîzî.
Saet di 15.00an de.