9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê hevdîtinên şendaye DEM Partiyê bidomin

Şandeya DEM Partiyê dê di 6 û 7ê mehê de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re bidomîne.

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê duh bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî û li ser hevdîtina li Îmraliyê axivîn.

Li gorî bernameya ku Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê bi çapemeniyê re parve kir, dê şande di 6ê çileyê de bi heman armancê bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû û şandeya AKPê û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan re hevdîtin pêk bînin.

Şande dê roja 7ê çileyê jî bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refah Fatîh Erbakan re hevdîtinê pêk bîne.