Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), têkildraî hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo ya li Şamê bi rayedarên hikûmeta demkî re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro sibehê, di çarçoveya diyalogeke fermî de, fermandarên HSDê bi rayedarên hikûmeta Şamê re civiyan û dosyaya entegrasyona hêzên leşkerî nîqaş kir. Her du aliyan li hev kir ku di qonaxa pêş de jî civînan bidomînin da ku nîqaşan temam bikin û heta encamekî bi dest dixin jî vê mijarê bi awayekî rêxistinkirî bişopînin.”
