Şandeya DEM Partiyê li Hewler û Silemaniye bi partiyên siyasîe û rêxistinên civkî re hevdîtin kir. Piştre li Qamişloyê beşdarî Konferansa Yekrêzîyê bû.
Endama Şandeya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ku beşdarî hevdîtinan bû, çavderîyên xwe parve kir. Gulcan Kaçmaz, ewil li ser serdana Hewler û Silêmaniyê nirxandin kir û got: “Pirsgirêka kurd li çar aliyên Kurdistanê di rojevê de ye. Li bakurê Kurdistanê sed sal in kurd bi înkar û îmhayê re rû bi rû ne. Dewlet çand, ziman û hunera kurdan binpê dike. Lê li dijî vê yekê gelê kurd jî li ber xwe dide. Di 50 salên dawî de ev berxwedan derketiye asta herî jor. Birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî dîl girtin û anîn Girava Îmraliyê û 26 sal in di tecrîda giran de ye. Tecrîd girantir kirine. Mafên wî yên sereke ji aliyê dewletê ve hatin binpêkirin. Li gel hemû şertên tecrîda giran jî çi cara ku li gel birêz Ocalan hevdîtin hatin kirin, birêz Ocalan her tim xwest pirsgirêka kurd bi rêya siyaseta demokratîk û diyalogê çareser bibe.”
Gulcan Kaçmaz, anî ziman ku di 1993yan de jî û niha jî heman tiştî dibêje û gt: “Di 1ê cotmeha 2024an de dema serokê MHPê Devlet Bahçelî dest dirêjî DEM Partiyê kir pêvajoyek nû dest pê kir. Ewil Omer Ocalan çû hevdîtin kir. Wê demê birêz Ocalan got “Eger şert û mercên hiqûqî û siyasî bêne avakirin ez dikarim pirsgirêkê çareser bikim. Xwest kesên berpirsiyar jî erka xwe pêk bînin. Dema şandeya ku ji Pervîn Bûldan û Sirri Sureya Onder jî çûn Îmraliyê ji wan re got ‘Partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê çi difikirin. Gotinên wan jî girîng in. Xwest şande pêşniyarên wan jî bigire. Dîsa xwest fikrên aktorên kurdan û partiyên kurdan jî bigirin. Ji ber vê yekê bi partiyên li Meclisê û partiyên kurdan re hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de nerînên erênî derketin.
Piştî hevdîtnên li meclisê şande çû Silêmaniyê û Hewlerê. Têklidarî serdanên li Silêmanî û Hewlerê jî parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz da zanîn ku wan bi PDK û YNKê re jî hevdîtin kiriye û got: “Şandeya me bi Mesrûr, Neçîrvan û Mesût Barzanî re hevdîtin kir. Disa li Silêmaniyê li gel Bafil Talabanî û Kubat Talabanî hevdîtin kir. Me qala şert û mercên kurdan û Tirkiyeyê kir. Me rewşa Birêz Ocalan û pêşniyarên Birêz Ocalan bi wan re parve kir. Dema em çûn aliyê Barzanî û Talabanî li hemberî me hewayek pir baş hebû. Daxwazên me bi germî pêşwazî kirin. Hemûyan xwest pirsgirêk bi rêya aştî, demokrasî û diyalogê bê çareserkirin. Di 27ê sibatê de dema Birêz Ocalan banga dîrokî kir, rojeva hemû cîhanê berovajî kir. Rojeva Netew Dewletan jî berovajî kir. Ji ber vê yekê çûna me ya Rojava bi vê bangê ve girêdayî ye. Birêz Ocalan bi biryar e ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji bo çareseriyê jî pêwistî bi Civaka Demokratîk heye.
Li ser banga birêz Ocalan em çûn Rojava û me li wir bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtin kirin. Piştre em beşdarî konferana dîrokî ya li Qamişlo bûn. Têkildarî mijarê em bi welatiyên li Rojava re jî axivîn û me li fikrên wan jî guhdar kir. Gel li Başûr jî û li Rojava jî dibêje ‘Êdî bes e’ û dixwaze ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Gel û nûnerên gel li Bakur, Başûr û Rojava amade ye.
Mohra xwe li dîrokê xist
Gulcan Kaçmaz, li ser hewaya konferansa Yekrêziyê jî axivî û wiha pêde çû: “Me bi çavên xwe dît. Rojava çawa ku di şer û berxwedanê de pêşengî kir, di vê konferansê de jî pêşengî kir. Evpir girîng e. Gelê Rojava di konferans de bi tîpên zêrîn navê xwe li dîrokê nivîsî. Vê konferansê bala çapemeniya cîhanê û bala gelê cîhanê kişand. Di vê konferansê de nûnertiya ENKSê û hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe têde girt. Ev konferanseke pir dîrokî ye. Bû konferansa yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dîmenê yekîtiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket holê û ev dîmen mîsoger bû.
Gulcan Kaçmaz li ser zêdebûna jinan û rista jinan jî rawestiya û got: “Di şeran de yê herî zêde êş û zahmetiyê dijîn jin û zarok in. Li dijî vê yên herî zêde xebata aştiyê dimeşînin jî jin in. Paradîgmaya li Rojava dikeve meriyetê bi pêşengiya jinan tê avakirin. Bi fikr û mejiyê jinan tê avakirin. Li Rojhilata Navîn guhertinek heye. Di pêvajoyeke wisa de divê jin pêşengiyê bikin. Pêşengiya aştiyê û yekîtiyê bikin. Ji ber vê yekê me Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kir. Di dîmenên konferansa Qamişloyê de jî reng û vîna jinan derket holê. Jinên ciwan pir zêde bûn. Jin ji bo aştiyê amade ne û dê pêşengiya aştiyê bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû rêxistinan de jin pêşengiyê dikin.