Çalakvana mafên jinan û kedkar a ji bajarê Reşt Şerîfe Mihemedî (45) dê di 14’ê mijdarê de derkeve pêşberî dadgehê. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Pêngava Parastina Şerîfe Mihemedî derbarê roja dadgehkirina Şerîfe Mihemedî de daxuyaniyek belav kir.
Pêngava Parastina Şerîfe Mihemed ragihand ku wê rûniştina dadgehkirina Şerîfe di 14’ê Mijdarê de li şaxa duyem ya Dadgeha Înqilaba Reştê pêk bê. Pêngava Parastina Şerîfe Mihemedî ragihand ku bi navê hemû çalakvanên ku di hilweşandina cezayê darvekirinê de xwedî rol bûn dibêjîn, ji bilî beraetkirina Şerîfe ti biryarek din nayê pejirandin.