30 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê dawiya pergala li ser kedê bê

Hevserokê Şaxa Yekemîn a Sendîkaya DÎSK/Genel Îşê ya Amedê Kamuran Taş diyar kir ku teqez gerek karker û kedkar li hemberî vê kedxwariyê rêxistiniya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Jiyan li ser kedê ava dibe û hemû hilberîn di encama kedê de derdikevin holê. Lê belê ji mêj ve ye desthilat û sermayedar kedxwariyê dikin û mafên kedkar û karkeran binpê dikin. Bi hezaran salen e û bi taybetî jî ji sedsala 19emîn ve ye li dijî vê neheqiyê têkoşînek heye. Roja ku bûye destpêka vê tokoşînê jî 1ê Gulanê ye. Ev roja ku her sal bi girseyî tê pîrozkirin em hinekî behsa wê bikin û pişre bidin şîrovekirin.

Pîrozkirina 1ê Gulanê wek roja karkeran a cîhanê berhema têkoşîna ji bo roja xebatê ya 8 saetan e. Federasyona Kedê ya Amerîkî (AFL) di 1ê Gulana 1886an de ji bo roja xebatê ya heşt saetan greva giştî îlan kir. Nîv mîlyon karker beşdarî xwepêşandanên li Chicagoyê bûn ku bû navenda grevê.

Di salên pêş de ev çalakî li gelek welatan belav bûn. Ji wê demê ve ye 1ê Gulanê ji bo têkoşîna kedkar û karkeran gelekî girîng e. 1ê Gulanê roja yekitî, hevgirtin û têkoşîna li dijî neheqiyê ye. Ji wê demê ve ye 1ê Gulanê ji aliyê kedkar û karkeran ve wekî cejnekê tê pîrozkirin û bi milyonan dadikevin qadan doza mafên xwe dikin, daxazên xwe tînin ziman. Di heman demê 1ê Gulanê li gelek welatan wekî cejn û betlane hatiye qebûlkirin. Lê belê li Tirkiyeyê rewş cuda ye. Di vê hevpeyvîna xwe de me jî 1ê Gulanê kir mijara xwe û Hevserokê Şaxa Yekemîn a Sendîkaya DÎSK/Genel Îşê yê Amedê Kamuran Taş pirsên me bersivand.

Li dijî zêdebûna kar û saetên zêde yên xebatê di 1ê Gulana 1886an de li Emerîkayê bi pêşengiya Federasyona Karkeran a Emerîkî (AFL) greva giştî tê ragihandin û piştre jî belav dibe. Li gorî we sedema vê rêxistinê tenê xebata zêde bû yan jî di bingeha xwe de neqebûlkirina kedxariyê hebû?

Mesele tenê ne ev bû. Şertê xebatê û xebatkaran gelek giran bû. Rojê 14-16 saetan dişixûlîn û tu mafên wan tune bûn.  Jin, zarok û hemû kedkar ji ber karên ku dikirin bi nexweşiyan diketin û jiyana xwe ji dest didan. Li aliyê din jî tu ewlehiya karkeran a li kar tunebû. Ji ber van nêzîkatî û neheqiyên zêde êdî tehamula kedkar û karkeran nemabû. Lewre jî ev nêzikatî qebûl nekirin û bi awayekî rêxistinî li dijî vê rêveçûnê serî hildan. Her wiha mirov dikare bibêje li ser vê bingeha rêxistiniyê kedkar û karkeran, têkoşîna wan jî mezin û berbelav bû. Ew têkoşîn û berxwedana ku li dijî kedxwariyê dan meşandin îro em dibînin ku li tevahiya cîhanê belav bûye. Ji wê serdemê ve ye mîrateyeke mezin a rêxistinî û têkoşîna li dijî kedxwariyê ji çîna kedkar û karkeran re maye. Lewre jî em gelekî girîngî didin van rojên dîrokî û semolîk ku rê li ber têkoşîna dîrokî vedike. 1ê Gulanê jî yek ji wan rojan e ku ji aliyê hemû kedkar û karkerên cîhanê ve wekî roja têkoşîna li dijî kedxariyê tê pejirandin û ji ber yekitî û hevgirtinê tê pîrozkirin.

1ê Gulanê roja yekitî, hevgirtin û têkoşîna li dijî neheqiyê ye, li karker û kedkarên li çar aliyê cîhanê tê pîrozkirin. Li gelek welatên cîhanê betlaneya fermî tê dîtin. Lê di her qadê de mafê kedkar û karkeran tê binpêkirin. Hûn vê nakokiyê çawa şîrove dikin?

Li aliyekî ked bê xarin û binpêkirin li aliyê din vê rojê pîroz bikin, ev bêxlaqî ye. Kapîtalîst û sermayedar dixwazin her tişt di bin kontrola wan de be. Her wiha dixwazin ev rêxistin û çalakiyên li dijî wan tên pêşxistin jî bi awayekî nepen têxin bin kontrola xwe. Dixwazin her tişt bi destûra wan be. Bi çavekî cuda li mirov û bi taybetî jî li çîna kedkaran dinêrin. Lewma jî wî mafî di xwe de dibînin û dikarin bêjin “karkerê mîn, xebatkarên min ez çi bibêjîm ew e”. Di gotinên wan bi xwe de desthilatî heye. Mirovan wekî kirde nedîtin heye. Ev nerast e. Ne mirovî ye û bi tu awayî jî nayê qebûlkirin.

Em dibînin ku di sala 1912’an de li Stenbolê yekemîn pîrozbahiya 1ê Gulanê pêk hatiye. Di sala 1923’an de 1ê Gulanê bi awayekî qanûnî weke “Roja Karkeran” hatiye îlankirin. Lê di sala 1924 de, hikumetê pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên girseyî qedexe kir û ji wê demê heta niha li aliyekî 1ê Gulanê tê nasîn li aliyê din jî qedexe hene hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Li cihekî heq û hiqûq tune be, exlaq tune be û her wiha zagonên ku mafan biparêzin jî tune bin her kes dikare bi ya xwe bike. Ji ber vê yekê em dibînin ku erk ketiye destê kê bi ya xwe kiriye û her tişt li gorî xwe guheriye. Ji serdema Osmaniyan û heta niha ev wiha bûye. Em dinêrin ku bi dehan caran 1ê Gulanê hatiye qedexekirin û serbestkirin. Ev jî nîşandide ku her hikumet, desthilat, partî an jî rêvebir li gorî birdozî û berjewendiyên xwe nêzikatî nîşan dane û didin. Bi taybetî jî ji ber berjewendiyên wan ên bi sermaydaran re  hemû mafên kedkar û karkeran binpê dikin. Li gorî xwestek û daxwaza sermayedaran tev digerin. Lewma jî her tim têkoşîn, hevgirtin, rêxistinî û berxwedan li karker û kedkaran hatiye qedexekirin.

Lê belê ev jî heye, 1ê Gulanê ji bo karker û kedkaran roja serîhildanê ye. Roja neqebûlkirina neheqî û têkoşînê ye. Wekî cejn pîrozkirina wê rojê jî ji rêxistinî serîhildana karkeran tê.

Em berê xwe didinê di serdema Osmaniyan de yekemîn car 1ê Gulanê di sala 1905an de li Îzmîrê bi girseyî hatiye pîrozkirin. Piştre di sala 1909an da li Ûskûp û Selanikê, di sala 1912an de li Stenbolê, di sala 1922 û 1923yan de li Enqereyê bi girseyî hatiye pîrozkirin. Her wiha bi awayekî qanûnî wekî “Roja Karkeran” hatiye îlankirin. Lê bi avabûna Komara Tirkiyeyê re û bi taybetî jî bi damezirandina makezagona 1924an re 1ê Gulanê hatiye qedexekirin. Em dibînin ku êdî polîtîkayên red û înkarê tên destpêkirin û heta roja me ya îro jî ev wiha pêş ketiye. Lê belê wekî ku me got têkoşîn û serhildana mezin a karkeran serî li dijî tu desthilatiyê netewandiye.

Bi vê têkoşîna kedkar û karkeran a li dijî desthilat û sermayedaran îro rewşa 1ê Gulanê ya li Tirkiyeyê û herêma me guherî ye. Mirov dikare bêje pîrozbahiyên bi girseyî yên 1ê Gulanê ku îro tên kirin bi saya vê têkoşîn û berxwedana kedkar û karkeran e.

Di sala 1976an de bi rêxistina DÎSKê karker û kedkaran 1ê Gulanê li Taksîmê pîroz kir. Lê di sala 1977an de li dijî beşdarên pîrozbahiyê êriş pêk hat û di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî we armanca vê komkujiyê çi bû?

Wê demê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger a DÎSKê ji bo pîrozbaya girseyî ya li Qada Taksîmê xebateke xurt hatibû kirin. Bi sedhezaran kedkar û karkerên rêxistinî berê xwe dabûn Taksîmê. Ew xebatên sendîkayî û rêxistinî yên DÎSKê dewlet, desthilat û sermayedar tirsandibûn. Lewma jî ketibûn nav hewildanên belavkirina rêxistiniya karkeran û avakirina tirsê.  Li gorî hin çavkaniyan di encama êrişê de 34 û li gorî hin çavkaniyan jî 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan kes jî birîndar bûn.

Ji ber rêxistinî û têkoşîna ku ji aliyê DÎSKê ve dihat meşandin her tim di hedefa dewlet, desthilat û sermayedaran de bû. Her wiha ji ber feraset û nêzîkatiya xwe ya şoreşgerî jî her tim rastî êrişên eniya nijadperest a Tirkiyeyê dihat.  Ji xwe piştî vê êrişa li Taksîmê êrişên li dijî DÎSKê ranewestiyan. Di 22yê Tîrmeha  1980yî de Damezrîner û Serokê DÎSKê Kemal Turkler li ber mala xwe di encama êrişekeke çekdarî de hat kuştin.  Piştre jî bi Darbeya 12ê Îlonê re DÎSK tê girtin. Dest datînin ser hemû mal û avahiya wê.   Bi dehan rêveberên wê tên girtin. 78 kes ji wan bi cezayê darvekirinê tên darizandin.  Ev nêzîkatiya dewlet û desthilatiyê ya li dijî DÎSKê her tiş radixist ber çavan. Lê li aliyekî din jî rêxistinbûyîn û têkoşîna kedkar û karkeran hebû. Ev rêxistinî bû sedem ku DÎSK xwe ji nû ve saz bike û li dijî kedxwariyê têkoşînê bide.

Çima dewlet û hikumet ji rêxistinbûna karker û kedkaran ditirsin? 

Ji hêza rêxistinî û têkoşîna karker û kedkaran didirsin. Lewre kar, pergal, hebûn û jiyan bi kedê derdikeve holê şênber dibe. Hebûna dewlet û desthilatiyê û her wiha ya sermayedaran li ser milê çîna kedkar û karkeran e. Rêxistinî û têkoşîna wan li dijî vê rêveçûna neheqî û kedxariyê ye. Armanc ew e ku dawî li vê pergalê bê. Heke dawî li vê pergalê bê dê li holê desthilatî, kedxwerî nemîn e. Di heman demê de dê desthilat û sermayedar nikaribin xwe li ser kedê bidin jiyîn. Dê hebûna wan ji holê rabe. Lewma jî tirsa wan ji ber vê yekê ye.

Li gorî we rêbaza rawestandina vê meyla çewt çi ye, divê karker û kedkar çi bikin?

Teqez gerek karker û kedkar li hemberî vê kedxwariyê rêxistiniya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Bi berxwedan û têkoşînê maf bi dest dikevin û dawî li pergalên xwe li ser kedê ava dikin tên. Her wiha pêwîst e di warê hiqûqî de jî têkoşîn bê dayîn gav bên avêtin ku çîna karker û kedkaran bigihêjin mafên xwe yên xwezayî.

Rist û girîngiya Sendîkayan di têkoşîna karker û kedkaran de ji bo bidestxistina mafên xwe çi ye?

Wek me anî ziman pêwist e ku karker û kedkar di bin ala sendîkayan de bi rêxistin bin. Sendîka jî gerek mafên kedkar û karkeran ên di warê aborî û hiqûqî de biparêz e. Lewre rista sendîkayan a bi dewlet, saziyên dewletê re, bi sazî û karkeran re di her qada ku kar û xebat lê hebe de girîng û diyarker e. Bi peyman û diyarkirina heqdest û bi destxistina hemû mafên karkeran re rista sendîkayan diyarker e. Lewma jî em gelekî girîng dibînin ku hemû kedkar û karker di bin sîwana sendîkayan de rêxistinbûyîna xwe xurtbikin û têkoşîna xwe ya mafdar bidin. Encax bi rêxistin û bilinkirina têkoşînê kedkar û karker bigihêjin mafên xwe.

Wekî gotina dawî ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê tu dixwazî çi bibêj î?

Bi minasebeta 1ê Gulanê em dibêjin;  “Bijî Yekitiya Kedkaran, Bijî Yekitiya Gelan û Bijî Yekê Gulanê.” Bila 1ê Gulanê li hemû kedkar û karkeran pîroz be.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê