30 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê bingeha kongreya êzidiyên cîhanê ava bikin

Êzidiyên dîasporayê, di 13-14ê Îlonê de Konferansa Êzidiyên li Dîasporayê li Hannoverê pêk anîn. Piştî konferansê Kongreya Êzidiyên li Dîasporayê (KED) ava kirin. Êzdiyan bi dirûşmeya “Bi rêya diyalogê – Ji bo Rêxistinkirin û Dezgehkirinê” konferans pêk anî.

Kesayetiyên êzidî, ji oldar, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan, ji çar aliyên cîhanê beşdarî konferansê bûn. Piştî konferansa 2 rojan 31 biryar hatin girtin. Siyasetmedar û Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya êzidiyên li Dîasporayê (KED) Alî Atalay li ser armanca konferansa li Almanya pêk hat axivî û got: “Civaka êzidî hem li welat û hem jî li derveyî welat ji bo ji nûve xwe bi rêxistin bike, rêxistiniya xwe nûjen bike, xwe bi hêz bike û bersiva fermana dawî bide, ev konferans pêk anî. Ji bo careke din kes nikaribe hewldaneke wisa di xwe de bibîne û nikaribe li dijî vê civakê komkujiyan pêk bîne, êzidî xwe bi rêxistin dikin. Nêzî 450 hezar êzidî ji axa xwe qut bûne û berê xwe dane dîasporayê. Organîzekirina vê civaka li dîasporayê xebateke mecbûrî bû. Li ser vî esasî bi tevlêbûna 450 delegeyên ku ji Amarîka, Fransa, Belçîka, Hollanda û gelek welatên din kongre pêk hat. Me dixwest em li ser axa xwe vê konferansê pêk bînin. Em armanc dikin ku li ser axa xwe ya pîroz li Şengalê konferansekê pêk bînin. Ji bo vê yekê xebat têne kirin. Em bawer dikin ku dê di rojeke nêzik de ev pêkan be.”

Alî Atalay, li ser êzidiyên koçber bûne jî agahî dan û got: “Nêzî 100 hezar ji bakurê Kurdistanê nêzî 70-100 hezarî ji rojavayê Kurdistanê, nêzî 150-200 hezarî ji başûrê Kurdistanê û nêzî 50 hezar êzidî ji kafkasyayê koçî Ewropayê kirine. Piştî fermana 2014an a bi destê DAIŞê pêk hat, ev koçberî gihişt asta herî jor. Wê demê nêzî 200 hezar êzidî koçber bûn. Di dîroka êzidiyan de koçberiya herî mezin piştî fermana 2014an bû. Sedema vê koçberiyê zilm û tundiya dijwar a DAIŞê û dewletên herêmê bû. Baweriya êzdiyatiyê û civaka êzidî bi ax û welatê xwe ve pir girêdayî ye. Ji ber vê yekê tu kes bi kêf û qîma xwe welatê xwe terk nake. Ev koçberî ji mecbûrî bû.”

Alî Atalay, bal kişand ser encama niqaşên konferansê û wiha lê zêde kir: “Di konferansê de 31 xal ji encamnameyê derket. Deklerasyonê bingeha xebata siberojê ye. 31 xalên ku ji encama konferansa KEDê derket, dê bibe esasê kar û xebatê. Armanca sereke ya KEDê dê di asta herî bilind de bi hemû rêxistinên civakî, siyasî û saziyên dewletê re hevdîtinan bike. Yekî Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Rêxistinên Mafên Mirovan û saziyên civakî re hevdîtinan bike da ku ev bawerî û ev civak tune nebe û bê parastin. Dîsa ji bo şert û mercên êzidiyên li ser axa xwe dijîn baştir bibe û bibin xwedî heq, hiqûq û statu têdikoşe. Ji bo baweriya wan û ola wan, dîroka wan û hebûna wan bê qebûlkirin û hurmet bê nîşandan. Ji bo Şengal bibe xwedî statuyeke taybet û di muesesa olî de hin xalên mafan lê bêne zêdekirin û jin di meclisa baweriyan de cih bigirin biryar hatin girtin.  Di biryaran de ji bo ola êzidiyatiyê li welatê ku êzidî lê dijîn wekî ol bê qebûlkirin û li wî welatî dersên olî bên dîtin û rêz jê re bê girtin, her wiha ji bo di asta cîhanê de aboriya êzidiyan bê parastin û karsazên êzidiyan bêtir karibin piştgiriyê bidin hev ev kongre pek hat. Ev kongre ji 59 kesan hatiye hilbijartin. Dê di nava xwe de hevserokên xwe hilbijêre. Dê bi taybet şandeyekê ava bike. Dê meclisa şêwrê ku ji zanyar akademîsyenan pêk tê, ava bike. Dê komîsyonên taybet ên kar bêne hilbijartin. Dê jin zêde di kongreyê de cih bigirin. Ev kongre dê bibe bingeha kongereya êzidiyên cîhanê û ji bo vê yekê xebatê bike.”

Alî Atalay, herî dawî bibîr xist ku baweriya êzidatiyê gelek bi axê ve girêdayî ye û wiha got: “di cîhanê de tu ol û bawerî bi qasî êzidiyan bi axê ve girêdayî tune ye. Ji ber vê yekê berê civaka êzidî her tim li warê xwe ye. Hinek ji wan 50-60 sal in li Ewropayê ne lê dîsa cenazeyên xwe dişînin warê xwe. Ji bo vegerê her tim xebatek tê kirin. Xebata vegera welat, divê xebateke sereke ya vê kongreyê be. Ji bo vegera êzidiyan hêsan bibe dê kongre xebatê bike. Em dixwazin hemû kesên eleqedar ji bo vegera êzidiyan xebatê bikin û piştgiriyê pêş bixin.”