Li Qada Bajêr a Wanê ku yek ji cihên ku banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê kirin û bi deh hezaran dê lê bê temaşekirin, amadekarî gihiştin qonaxa dawî. Li Wanê yek ji cihên ku banga dîrokî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan lê tê kirin, amadekarî gihiştine qonaxa dawî. Li Wanê ku barîna berfa ku duh dest pê kir bandorê xwe berdewam dike, ekîbên Şaredariya Rêya Armûşê ji bo paqijkirina berfa ku qalindahiya wê li cihan 30 santîmetre ye li Qada Bajêr a ku banga şopandinê lê tê kirin, seferber bûn.
Amed
Li Amedê jî li Qada Sêx Seîd ango Qada Deriyê Çiyê amadekarî tê kirin. Tê payîn ku bi sed hezaran mirovên ku ji Şirnex, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û bajarên derdorê tên Amadê li qadê kom bibin. Tê payîn ku zêdeyî deh hezar kes li qadê kom bibin û peyamê guhdar bikin. Amadekariya qadê ya Şêx Seîd didome.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li 7 qadan peyam bê temaşekirin
Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî li 7 navendan ji bo temaşekirin û guhdarkirinê ekranên mezin tên danîn. Bi hezaran kes li navendan peyamê guhdar bikin. Dê Qamişlo, Hesekê, Dêrikê, Reqa, Tebqa, Kobanê û Helebê amadekarî hatine destpêkirin û ekranên mezin tên danîn. Li gorî agahiyên ku komîteyên amadekar dane, wê girse ji saet 16.00’an ve biherikin qadên hatine diyarkirin.
Qadên ku dê ekranên mezin werin danîn wiha ne:
Qamişlo
Cih: Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê
Saet 16.00
Hesekê
Cih: Parka 4’ê Nîsanê
Saet 16.00
Dêrik
Cîh Parka Azadiyê
Saet: 16.00
Tebqa;
Li bajarêTebqayê wê li 2 cihên cuda ekran werin danîn.
Cihek li Stadyuma Werzîşê ya El Îttihadê ye.
Cihê duyemîn jî Bajarê Werzîşê ku koçberên Efrîn û Şehbayê lê dimînin e.
Reqa
Cîh: Stadyuma Şaredariyê
Saet: 16.00
Kobanê
Cîh: Meydana Jina Azad
Saet: 16.00
Heleb
Cih: Meydana El-Zeytunî
Saet: 16.00