Bi pêşengiya Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (WAN Eko-Der) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û bi tevkariya Şaredariya Westanê dê bi dirûşma “tu jî berûyekî kom bike tu jî berûyekî biçîne” li Serhedê 700 darên bên çandin. Endamên komeleyê yên li taxa Kazaq a navçeya Westanê bi peyama “tiştên te ji xwezayê wergirtiye bide xwezayê” tovên berûyan kom kir ji bo li Wan, Mûş, Colemêrg, Bedlîs û Agirî 700 û li tavahiya Kurdistanê jî 2 mîlyon şitil bên çandin amedekariyê dikin.
Hevberdevkê Komeleya Eko-Dera Wanê Erdogan Oduk, diyar kir ku vê gavê li dijî qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê diavêjin û got: “Piştî vir em ê li Şaxê vê çalakiyê li dar bixin û tovan kom bikin. Li Wanê me 18 herêm diyar kirine ji bo çandina şitlan. Em ê vê çalakiyê bi gel re pêk bînin.”
Erdogan Oduk, destnîşan kir ku ew plan dikin da ku xebatên çandina şitilan ên li Kurdistanê li gelek deveran berfireh bikin û diyar kir ku li Şirnex û Amed, Mêrdîn û Colemêrgê gav hatine avêtin û wiha pê de çû: “Ji ber ku em bazirganiya daran, kirîn û firotinê rast nabînin loma me ev gav avêt. Em xwezayê qadeke hevapar a hebûnê dibînin. Dema em darekî diçînin em li mercên ernîgariyê û guncanbûna wê darê li gorî wê axê dinêrin. Em li kîjan bajarî çi tovî kom bikin em ê wî tovî li wî bajarî biçînin.”
Erdogan Oduk, rave kir ku wan darberû ji ber ku hem temendirêj e hem jî bêav mezin dibe û çavkaniyên avê diparêze loma hilbijartine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xweza bi mirov, mirov jî bi xwezayê hebûna xwe diparêze. Ne pêkan e em herduyan ji hevudin veqetînin. Ji ber vê yekê tevlibûna gelê me jî girîng e. Herwiha piştî çandinê parastina daran jî berpirsiyariya gel e. Piştî çandinê parastina van daran bi qasî çandinê girîng e.”
Hevşaredara Westan Kubara Akti, diyar kir ku armanca wan heşînkirina Kurdistanê ye û ev tişt got: “Her sal li çaraliyê Kurdistanê dar tên şewitandin û qadên me yên daristanê tên talankirin. Darên me yên tên şewitandin li şûna wan dar nayên çandin. Me ji bo ‘hêşînkirina daran’ ev gav avêt. Em dixwazin çiyayên Kurdistanê, xwezayê wê bi dar bin. Em ê berê berûyan kom bikin û piştre em ê li cihên ku me diyar kirine, biçînin.”
