23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DBP dê kongreya awarte li dar bixe

Rêxistina DBPa Amedê dê 6emîn Kongreya Awarte li dar bixe. DBPê starta xebatên kongreyê da.

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê starta xebatên 6emîn Kongreya Awarte da. Têkildarî mijarê li avahiya DBPa Amedê daxuyanî hat dayin û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Bi hêza xwe ya rêxistinî em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat daliqandin.

Endama PMa DBPê Mahabat Akin di daxuyaniyê de wiha got: “Têkoşîna jinên azad û rêxistinî û hêza gelê kurd dê rêgeha vê pêvajoya dîrokî diyar bike. Rêxistina me ya DBPa Amedê bi vê zanebûnê û perspektîfê dê bi dirûşma ‘Bi hêza xwe ya rêxistinî em ber bi azadiyê ve dimeşin’ 6emîn Kongreya Awarte li dar bixe. Di çarçoveya xebatên amadekariya kongreyê de em di wê baweriyê de ne ku dê tevahiya gelê me û saziyên me yên demokratîk têkildarî pêvajoya nû hêz bidin.”