14 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin

Dayikên Şemiyê ku di hefteya 1041emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Alî Işik pirsîn, daxwaza pêkanîna aştiyê kirin

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin an jî di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev û daxwaza darizandina kiryaran dikin, di hefteya 1041emîn de jî li qada lêgerîna edaletê bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan piştgirî danê de beşdaran qad bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya wê heftê de li aqûbeta Alî Işik ê ku di sala 1994an de li Dêrsimê hatî windakirin hat pirsîn.

Daxuyanî ji hêla Besna Tosûn ve hat hat dayîn. Besna Tosûn di destpêke de bal kişand ser 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û dû re jî wiha bal kişand ser serpêhatiya Alî Işik: “Di navbera 23-24ê Îlona 1994an de ji aliyê leşkerên Fermandariya Tûgaya Komando ya Çiyayê Boluyê ya di bin fermandariya Tûggeneral Yavuz Erturk de li gundikê Mirik a gundê Gokçekê ya Dêrsimê operasyon hat destpêkirin. Di dema operasyonê de ji malbatên Serîn û Işik ên li gundikê pitikek jî di nav de 7 kes hebûn. Kesên ku piştî operasyonê çûn gund dîtin ku her der hatiye bombekirin û mal hatine şewitandin. Ji Dîlek Serîna 3 salî, Gulîzar 34 salî û Dûzalî Serîn, Hatun Işik 25 salî, Elîf Işik 20 salî, Yeter Işik 18 salî û Haydar Işik ê 60 salî ku di malên xwe de bûn, tu agahî ji wan nehat girtin. Alî Işik ê vê demê leşkerbû, piştî leşkerî xilas bû ji bo malbata xwe berê xwe da Mirikê. Dû re ji wî jî agahî nehat girtin.  Kurê din ê malbatê Suleyman Işik ê ji ber ku wê demê li dibistanê bû rizgarbibû, di 30ê Îlona 1994’an de bi daxwaza “Der barê xizmên wî de lêkolîn bê kirin û agahî bê dayîn bê sax in yan na” serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê da. Di 7ê Cotmeha 1994an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê dabû û der barê aqûbeta malbata xwe û birayê xwe yê mezin ê ku çûbûn gund de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Lê belê her çendî dozgerê komarê daxwazname girtibe jî lê lêkolînek têr nekir û neçû cihê bûyerê.”

Besna Tosun, diyar kir ku cenazeyê Alî Işik di 8ê Cotmeha 1994an de li ber nêzî Qereqola Gokçekê ji aliyê şivanekî ve hatiye dîtin û wiha got: “Laşê wî tazî bû, serê wî hatibû pelçiqandin û li gorî rapora Saziya Tipa Edlî bi çekê hatiye kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê di 5’ê Kanûna 1994an de dosyaya ‘kiryar nediyar û kuştin’ ji Dadgeha Ewlekariya Dewletê re şand. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê di 27ê Kanûna 1994an de agahî da malbatê û got ku ‘di derbarê kesên hatine windakirin de ti agahî nehatin bidestxistin’. Piştî ku di 30’ê Tîrmeha 2002yan de li Dêrsimê Rewşa Awarte hat rakirin, malbatan gelek caran hewl dan dosya bê vekirin. Di sala 2004an de parêzerê wan Huseyîn Aygun nameyek vekirî ji Serfermendarê wê demê Hilmi Ozkok re nivîsand û xwest ku berpirsyariya Tûgaya Komando ya Bolu û fermandarê wî lêkolîn bê kirin. Lê hemû hewldan bi ser neketin. Em bang li rayedaran dikin ku di 31emîn salvegera windayên li Mirikê de berpirsiyariya xwe bînin cih. Çiqas sal derbas bibin jî; Em ê ji bo hemû windahiyên xwe yên ji bo Dîlek Serîn, Gulîzar Serîn, Hatun Işik, Elîf Işik, Yeter Işik Haydar Işik û Alî Işik dest ji daxwaza edaletê bernedin û divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.  Bi boneya 8’ê Adarê em careke din dibêjin: Jin aştiyê dixwazin! Dayikên Şemiyê/Gel aştiyê dixwazin.”