31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Yaşar pirsîn

Dayikên Şemiyê di hefteya 1013’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev, li aqûbeta Mehmet Yaşar pirsîn û daxwaza darizandina kujerên wî kirin

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan cara 1013’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar hate pirsîn. Mehmet Yaşar 28’ê Sibata 1994’an li navçeya Gever a Colemêrgê piştî hate binçavkirin, êdî agahî jê nehate wergirtin. Yaşar bavê 6 zarokan bû.

Xizma Hayrettîn Eren ê di bin çavan de hatî windakirin, Setenay Yarici daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Her wiha di çalakiyê de keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hatî windakirin, Jiyan Tosun nameya zarokên Mehmet Yaşar xwend.