Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û hesap ji kujeran bê pirsîn, di hefteya 839’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de hesabê Rewşenbirên Ermeniyên li Stenbolê ku 106 sal berê di komkujiyê de hatin windakirin pirsîn.
Rober Koptaş jî yek ji wan kesên ku di nav çalakiya Dayikên Şemiyê de cih digire. Koptaş ani ziman ku li Stenbolê ermenî jî di navde gelek rewşenbir hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: “Piştî komek rewşenbir binçav kirin bi trênê şandin Çankiri û Enqereyê. Piştî rêwîtiya trênê carek din agahî ji wan nehat girtin. Hinek mirov vegeriyan û hinek mirov jî mirin. Kesên jiyana xwe ji dest dan piraniya wan rewşenbir bûn. Ev komkujiyek bi zanebûn bû. 24’ê Nisanê wekî têkoşîna Dayikên Şemiyê ye. Qada Galatasarayê ya Gelê Ermenî ye.”
Xwişka Hasan Ocak (Hasan Ocak piştî bûyerên Gaziyê hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin) Aysel Ocak jî anî ziman ku rewşenbir û ronakbirên gelê Ermenî hatin revandin û windakirin û wiha got: “Komkujii hêj didome. 24’ê Nîsanê destpêka windakirinê ya vî welatî ye. Em niha berdewamiya 24’ê Nîsanê dijîn. Hêj winda dikin û qetil dikin. Lê niha yên hesabê vê yekê dipirsin jî hene.”
Ji Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevinç Koçak jî axivî û têkildarî komkujiya ermenen de û ev tişt anî ziman: “Em kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Komkujî dişibe operasyona bi navê Şev û Mijê ya di 7’ê nîsana 1941’î de naziyan kiribû. Kesên faîl ne darizandin û ceza nekirin, îro bi bê cezatiyê bingeha “Qeyrana bê edaletiyê” davêjin. Di çarçoveya operasyona 24’e Nîsana 1915’an de gelek ronakbir û rewşenbir li Stenbolê hatin binçavkirin. Ewil birin Qereqola Semtê. Ji wir birin Girtigeha Navendî ya Sultanahmetê. Di 25’ê Nîsanê de Midurê Girtîgehê Îbrahim Bey bi trênek taybet şandin Ayaş û Çankiri ya Enqereyê. Piştre dîsa gelek kesên din birin Çankiri. 158 kes birin. Hêjmara kesên birin Ayaşê gihişt 92’an. 174 kesên wê demê hatin binçavkirin û windakirin hêj kevirê gora wan jî tune ye.”