Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin û windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hezar û 58 lidar xistin.
Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin li Qada Galatasarayê kom bûn, vê hefteyê kujerên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin pirsîn ku 5ê tîrmeha 1991an hat kuştin.
Gelek aktîvîstên mafên mirovan û ji hevserokatiya Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn tev li daxuyaniyê bûn.