13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê: Divê dozger bi erka xwe rabin

Dayîkên Şemiyê bi armanca aqûbeta mirovên xwe yên ku di bin çavan de wenda bûne bipirsin û bi daxwaza ku faîlên wan bên cezakirin, çalakiyên xwe yên  ku her hefte roja şemiyê li dar dixin berdewam dike. çalakiya Dayîkên Şemiyê ya 844’emîn ji ber sedema pandemiyê li ser online hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de Omer Sogut ê ku di 20’ê gulana 1995’an de li gundê Derxust ê girêdayî Licê hatibû wendakirin, aqûbeta wî hat pirsîn.

Dayîkên Şemiyê ragihandin ku itirafên Sedat Peker tev îxbar in û divê têkildarî van îtîrafên Peker ên li ser kuştinan lêpirsîn bê destpêkirin. Her wiha bang kirin ku dozger ji bo cezakirina faîlan bi erka xwe rabin.

Hevjîna Omer Sogut Meyase Sogut diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê ku bi salan e dimeşînin bernedin û heya faîlên wan neyên dîtin û darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Keçika Omer Sogut Ayşegul Sogut jî da zanîn ku piştî bavê wê tê binçavkirin û piştre tê wendakirin rastî zextên leşker û polîsan tên û wiha axivî: “Hertim xwestin me bitirsînin û em dest ji vê têkoşînê berdin. Herî dawî em ji gundên me dan koçkirin û em hatin Amedê. Lê dîsa me têkoşîna edalet û hiqûqê dewam kir. Gelek malbatên din jî têkoşîna heq û hiqûqê dan. Heta kujer bên dîtin û darizandin têkoşîna me ya edaletê dê bidome.”

Kujer diyar in lê ceza tune

Li ser navê Dayîkên Şemiyê Ozgen Sadet daxuyaniyê xwend. Sadet anî ziman ku êdî baweriya wan bi edaletê û hiqûqê nemaye û wiha got: “Rêbazên ku civakê ji edaletê pêş dixin zêde bûne. Li ser vê axê mirovên hatin revandin û windakirin ne sûcên tekakesî ne. Xizmên me ji aliyê hêzên dewletê ve hatin windakirin. Ev rastî di rapor û belgeyên dewletê yên fermî de jî hene. Di îtîrafên hatin kirin de jî derket holê. Lê dîsa ser sûc girtin û kujer bê ceza hiştin.”

Sadet destnîşan kir ku îro dîsa kesên îtîrafkar rastiyan tînin ziman û wiha pêde çû: “Wekî kesên din, niha kesên dewletê bi rêve dibin jî serê xwe xistine bin baskê xwe. Dîsa daraz bê deng e. Hêzên îqtîdarê bi daxuyaniyên xwe nişan didin ku dê sûcdaran biparêzin. Em wekî Dayikên Şemiyê û Parazvanên Mafên Mirovan, em dixwazin dewlet dawî li van sûcan bînin. Em dixwazin daxuyaniyên Serokê Rêxistina Sûc û Organize Sedat Peker wekî îtîraf qebûl bikin û dozger têkevin nava liv û tevgerê.”

Sadet herî dawî da zanin ku heta niha serlêdanên wan bi encam nebûne, lê dê heta dawî têkoşîn û berxwedana xwe berhdewam bikin. Dîsa 145 hefte ye qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin, lê dê ji bo Qada Galatasarayê jî têkoşîna xwe berdewam bikin.