31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê di heftiya 1011’an de aqûbeta Ferhat Tepe pirsîn

Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundem Ferhat Tepe yê ku berî 31 salan di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin ba hev.

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1011’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Gelek parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundem Ferhat Tepe yê li Bedlîsê di bin çavan de hatî qetilkirin, hate pirsîn.

Yek ji xizmên windayan Setenay Ereng çîroka Tepe xwend û diyar kir ku DMME Tirkiyeyê mehkûm dike.