Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo cara 1085emîn a çalakiya xwe li Qada Galatasarayê kom bûn ku li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin. Gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî Dayikên Şemiyê bûn. Di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser sûcdarên “Komkujiya Basa” hat sekinandin ku di 15ê çileya 1996an de li navçeya Basa a Şirnexê çêbû ku 11 gundiyên hatibûn binçavkirin, di mînîbusekê de hatibûn gulebarankirin û şewitandin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Jiyana Kaya ve hat xwendin.
Jiyan Kaya diyar kir ku divê rastî bê eşkerekirin, bêcezatî bi dawî bibe û edalet di Komkujiya Basayê de pêk were û got: “Edalet tenê bi darizandina adil, bibandor û serbixwe ya sûcên ku ne tenê îro, di heman demê de yên ku di demên berê de hatine kirin jî dikare bê bidestxistin.”
Jiyan Kaya destnîşan kir ku ew ê ji bo Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya, Ramazan Orûç, Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz, Lokman Ozdemîr, Mehmet Oner, Ramazan Nas ên di Komkujiya Basayê de hatin qetilkirin û hemû windayan her tim doza aedaletê bikin.
