Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 993’yemîn li Qada Galatasarayê pêk anîn û Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Kerem Firtîna û Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Eren Keskîn û rêveberên Şaxa ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Sabahattîn Alî yê nivîskar û helbestvan hate pirsîn ku Alî di sibeha 31’ê Adara 1984’an de ji bo ku biçe derveyî welat ji mala xwe ya li Stenbolê derket û piştre bi tu awayî agahî jê nehat standin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Sebla Ercan a endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ve hate xwendin.
Piştî daxuyaniyê ji Qada Galatasarayê re qurnefîl hatin danîn.