Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 1056emîn a çalakiyên xwe de li Qada Galatasarayê, cihê hevdîtina xwe, hatin cem hev da ku li eqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û kuştin bipirsin û daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Di çalakiya vê hefteyê de, li eqûbeta Mustafa Saygi, ku 31 sal berê di binçavan de hat windakirin, pirsîn. Di çalakiya ku ji hêla gelek parêzvanên mafên mirovan ve hate piştgirî kirin de, wêneyên kesên ku di binçavan de hatin windakirin û qurnefîl hatin hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Rêvebera Şaxa ÎHD ya Stenbolê Jiyan Kaya ve hat xwendin.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi qûrnefîlên ku li qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.