12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Laçik Spî: Dengê me bibihîzin

Dayikên Laçik Spî ku ji Wanê Meşiyan Enqereyê, laçikên spî avêtin erdê û gotin: “Êdî dengê dayikan bibhîzin.”

Xizmên girtiyan ên ji Wanê hatin Enqereyê, bi daxwaza “Edaletê pêk bîne, hiqûqê bi cih bîne” xwestin hevdîtinê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re bikin. Wezaretê vê hefteyê jî daxwazên dayikan red kir. Xizmên girtiyan ewilî li ber Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çivîyan. Polîsan nehişt xizmên girtiyan ber bi wezaretê ve bimeşin. Xizmên girtiyan li dijî astengiya polîsan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq û edalet” berz kirin. Xizmên girtiyan li vir daxuyanî dan û bal kişandin ser “aştiyeke mayinde.” Xizmên girtiyan destnîşan kir ku tu xeberê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin û wiha bang kirin: “Em tenê ji bo xwe tênakoşin. Em ji bo hemû kesên li vê erdngîariyê têdikoşin. Em bang li hemû rewşenbîrên cîhanê dikin; êdî dengê dayikan bibihîsin.”

Piştî daxuyaniyê dayikan laçikên spî avêtin erdê û banga “aştiyê” kirin.