31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê li Mêrsînê ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir

Dayikên Aştiyê li Mêrsînê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ku dê di 4’ê çileyê de li Amedê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, têkildarî mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ku dê di 4ê çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li avahiya komeleyê hat dayin û gelek kes tev li bûn.

Dayika Aştiyê Emîne Eren di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya mitîngê û got: “Heta ku aştî neyê vî welatî dê mirin û barandina hêsrên çavan kêm nebe. Em êdî naxwazin mirin çêbibin û dayik bigirîn. Ji bo vê jî divê her kesên xwedî wijdan li Amedê tev li mitîngê bibin. Bi taybet jî divê gelê Amedê di vê mijarê de hestiyar tevbigere. Ji bo azadiya Rêberê xwe divê em li wir bin. Heta ku Rêbertiya me azad nebe dê tu kes ji me nekare azad bibe. Heke em xwedî li xwe dernekevin, kesek xwedî li me dernakeve. Weke Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê em ê tev li mitîngê bibin. Gelê me yê Mêrsînê yên dixwazin tev li mitîngê bibin, dikarin li rêxistinên DEM Partiyiê yên navçeyan navên xwe bidin nivîsandin.”