Di civîna 5emîn a “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî” de ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclîsê cara 5emîn civîna xwe li darxist. Di civîna 5emîn de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Wakfa Tahîr Elçî, Komeleya Hevgirtina Mazlûman (Mazlûm-Der) guhdar kirin. Civîn bi axaftina Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş dest pê kir.
Piştrê jî Dayikên Şemiyê axivîn û daxwazên xwe anîn ziman. Piştî Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê axivîn. Dayikên Aştiyê xwestin xwe bi turdî bînin ziman. Lê bi hinceta “Tuzuka meclise de ji bilî tirkî axaftin qedexeye” destûr nedan ku Kurdî biaxivin.
Di serî de dayika Aştiyê Nezahat Teke axivî. Nezahat Teke bi lêv kir ku ew dayikeke kurd e û heke bi kurdî biaxivê wê xwe baştir bîne ziman. Lê ji ber ku kurdî qedexeyê nikariyê axaftina xwe bi kurdî bike. Nezahat Teke bi van gotinan axaftina xwe domand: “Ez nikarim bi tirkî xwe bînim ziman. Lê heta ku têr kir ez ê bêjim. Lê ez kurd im û êşên ku min kişandin kurdî bûn. Jiyana min jî kurdî ye. Dema komîsyon ava bû em hevîdar bûn. Ji komisyonê bendewariya me ew ê ku dewlet gavên şenber baveje. Divê Birêz Abdullah Ocalan ji girtîgehe derkeve û rastê rast piştgiriya pêvajoyê bike. Dibêjin bila çekan berdin. Lê divê dewlet jî gavên şenber baveje. Em pir mirin. Yên ku pir mirin aştiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Keça min li dijî tecride agir berda xwe. Dema qala tecrîde dibê pir ditirsim. Bêhna porê keça min ê şewitî tê bîra min. Dilê me şewitî bila yê tu dayikan neşewite. Min salekê cezayê girtîgeha malê girt. Madem şer tune ye çima mirov dimirin. Hê jî em bi dengê balafirên şer şiyar dibin. Madem Komîsyon heye, madem pêvajo heye wê demê bila ew şer raweste. Heke yên ku çek berdan werin vir û bi cezayê muebetê bên darizandin, dê çawa yên din îkna bibin. Em dayik dixwazin rûpeleke nû vêbikin. Bila tu dayik negrîn. Ez bi tirkî nikarim biaxivim. Min li vir nekarî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivim ji ber wê jî pir şikestim.”
Piştrê jî Dayika Aştiyê Turkiye Bozkurt axivî. Turkiye Bozkurt jî diyar kir ku wê dixwast kurdî biaxive lê ji ber ku destûr nehatiyê dayin tirkî wê biaxivê û ev tişt gotin: “Birêz Abdullah Ocalan qet şaşî nekiriyê û niha şûn ve jî nake. Gelê kurd li wî bawer e. Em dixwazin komîsyon li Birêz Ocalan guhdar bike. Ji ber ku muxatabê rast ew e. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin. Keça min gelek care hat girtin û berdan. Niha careke din hat girtin. 27 sal in keça min di girtîgehe de ye. Divê girtî bên berdan. Ew gav bên avetin. Baweriya gel tune ye. Tu gav nehatinê avetin. Kurdan hemû gavên ku diketin ser milê wan avetin. Lê ji aliyê dewletê ve hîn tu gav nehatin avetin. Divê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Lê divê ew jî bi qanûnan bibe. Îro berdin û sibe bigirin ew jî nabe. Ji bo ku me got bila tu kes nemirin. Li ser 20 doz ji me re hatiyê vekirin. Divê komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike”
Herî dawî jî Dayika Aştiyê Rabia Kiran axivî. Rabîa Kiran bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. Lê ji ber mudaxaleye Tirkî berdewam kir. Rabia Kiran anî ziman ku ew piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin û ev tişt got: “Em di serî de azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Bila bê meclise û gotinên xwe bike. Lê hê jî tecrit heye. Em dema di nava gel de digerin ji me re dibêjin ka aştî. Madem aştî heye çima tu gav neavetin. Heke maf, hiqûq û edalet hebûna kes nediçû serî çiyan. Em weke Dayikên Aştiyê li vir in. Heke ez bi Kurdî biaxiviyama min ê xwe baştir bianîna ziman. Gel li pişt banga birêz Abdullah Ocalan e. Banga me ji dayikên polis û lêşkeran e. Dibêjin bila welat sax bibe. Lê heke me destê hev bigirta hem welat û hem jî zarokên me wê sax bibûna. Dibêjin bila Gerîla çekên xwe dînin û werin Tirkiyeyê. Bi çi şertî wê werin. Ku bên Tirkiye dê cezayê muebetê bidin. Aştî wisa nabe. Bila ew jî werin siyasetê bikin. Bila çapemenî vî zimanê xwe berde wan bisekinînin. Madem aştî wê bibe vî zimanî berdin ku em bikarin li hev werin. Em dayikên gerîla û lêşkeran derde hev dizanin. Tu kes bi kuştin û girtinê nikarê bigeheje cihekî.”
Bi guhdarkirina dayikan rûniştina yekem a civînê bi dawî bû. Di rûniştina 2an de ÎHDê, Mazlûm -Der û Weqfa Tahîr Elçî wê bê guhdarkirin.